Hêzên Esed û Rûsya herêmên niştecihan, bargehên giştî û yên bijîşkî li Idlib û gundewarê Hemayê bi berdewamî bi çekên qedexeya navdewletî jî bombebaran dikin, berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko êrîş’’dûrî aniyên şer û hêlên pevçûnê ne, li kûrahiya gundewarê başûr e ‘’
Berevaniya sivîl got ku rêjîm û Rûsya di êrîşên leşkerî de yên berdewam mûşekên valahiyê, yên goşeyî û mûşekên C5 bikar anîne, di encamê de wêraniyeke mezin di mal û milkên xelkê de çêbûye û agir bi berhemên çandiniyê ketiye.
Çalakvanan tekez kirine ku bi sedema operasiyonên bombebaranê dora 5 sivîlan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, û destnîşan kirin ko li piraniya herêmên gundewarê Idlib û Hema nimêja înê hate tunekirin , ji ber firîna pir ya firokên cengê li asmanê herêmê, û tirs ji amanckirina komên xelkê heye.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê duşema bûrî 492 qurbanî ji nav wan 144 zarok ji 2 sibatê heta 20 gulanê belgeh kirine.
Bikaranîna bombeyên teqîntund wekû sizakirina sivîlan hatiye, piştî ko hêzên Esed ziyaneke mezin ji destê artêşa Sûrî ya azad dît, û Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko sivîl qelenê nebûna civaka navdewletî didin.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ‘’ dewletên kartêker karin‘’ êrîşên leşkerî li ser sivîlan ‘’eger bixwazin ‘’ rawestînin, û dikarin çareseriyeke siyasî li gora biryarên navdewletî feriz bikin.Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî