Xanima bi navê Muna, yek ji jinên ku ji girtîgehên rêjîma Esed rizgar bûne ye, dîdevaniya xwe di civîna Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî de, ya digel şander û dîplomatên welatên çalak û xwedîbandor di doseya Sûriyê de û di serî de Emerîka û Yekîtiya Ewropî pêşkêş kir.
Û wê binpêkirinên herî xerab ên hêzên rêjîma Esed û endamên hêzên ewlekariyê dermafê girtiyan aşkere kirin, bi taybetî dermafê jinan, û diyar kir ku ew rastî êşkenceya herî dijwar hatiye.
Û wê behsa kêfxweşbûna efser û endamên ewlekariya rejîmê bi kuştina zarokekî û jinekê kir, û got ku wê bi guhên xwe bihîst ku efserekî rêjîmê piştî mirina zarokekî dibêje”rakin fetisiye”.
Û serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan, Yasêr Alfarhan,tekez kir ku rêjîm di helmeta girtin û îşkencekirin û kuştinê de berdewam e, û bal kişan ku di dema ku Muna ji mirinê hatiya rizgarkirin, di heman demê de bi hezaran jin û zarokên winda û girtî hene, û di bin xeternakiya kuştinê ji aliyê “Holokosta Esed” de ne.
Û bal kişand ser giringiya ku doseya girtiyan zindî û amade be di hemû gengeşe û konfiransên têkildar bi mafê mironan de, û bang da civaka navdewletî ji bo gavên cidî bavêjin û girtiyên mane werin rizgarkirin.
Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku di civîna dahatî ya Encûmana Mafê Mirovan de, giringiyê bidin doseya girtiyan li Sûriyê, da ku biryarekê ji Encûmana Ewlekarî derbarê girtiyan derîne, û kar bibe ji bo eşkerekirina hemî kiryarên di zindanên rêjîmê de dijî girtiyan dibin.
Û cext li ser karê desteyê bi aliyên çalak re jibo parastina mafê qurbaniyan û berpirsiyariya tawanên cengê kir, û pêşniyara stratejiyeke qanûnî bike da bûyerên wendakirina kotekî û îşkencekirin û kuştinê di pêşeroja Sûriyê de bidawî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî