Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek ji dûr ve bi amanca şêwira bi nûnerên 32 saziyên civaka sivîl re lidar xist, û dawîtirîn pêşhatên girêdayî bi cîbicîkirina yasaya cezayên dijî rêjîma Elesed û piştgirên wê gengeşe kirin.
Civîn bi hevkarî û pevguhertina ramanan berdewam bû, û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hejmarek ji pêşniyarên xwe yên zengîn û sûdedar pêşkêş kirin, her wiha hejmarek ji pirsan derbarê sûdewergirtina ji yasayê di warê siyasî de pirs kirin.
Û Endamên Hevbendiya Niştimanî bersiva hemû pirsan dan, û tekezî li ser girîngiya hevrêzkariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û rêxistinên civaka sivîl kirin, û bal kişandin ku hevbeşî û hevtemamkirina kar dê alîkar be di cîbicîkirina yasayê bi awayê tê xwestin, da armancên tên hêvîkirin pêk werin.
Û bal kişandin ku roleke hişyarkirinê ya girêng heye divê tev pê rabin, ew jî di riya zelalkirina yasayê ji tevaya pêkhatên civatê re ye, û bi taybet ji kesên bazirganiyê dikin, û hişyarî da derbarê ku heye ew beş tûsî cezayên Qeyser bibe, ji ber pirosesên wan yên bazirganî li Sûriyê.
Û anîn ziman ku rûxanidina aborîya Sûriyê û azarên ku gelê Sûriyê li ser asta jiyana rojane dibîne, bi sedema rêjîma Elesed e, yê ku şiyanên welêt bi operasyonên xwe yên leşkerî wêran kirin, dema kargeh û bazar û sazîyên dewletê û jêrxaneya wê têkbir.
Û tekez kirin ku rêjîma Elesed bizavê dike ku nirînê ji ser tewan û gendelîya xwe bide alî, û sedemên xerabiya rewşa aborî û peyabûna nirxê lîreya Sûrî têxe stûyê yasaya Qeyser, û diyar kirin ku nirxê leyreya Sûrî di bazarê de gihîştibû derdora 3000 î berî cîbicîkirina yasayê.
Û eşkere kirin ku ferzkirina cezayê dermafê rêjîma Elesed ji berpisyariya Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekarî ye, ji bo tewanên rêjîmê yên berdewam dermafê sivîlan rawestîne, û bihêlin bi zorê li ser masa danûstandinê danîşe, û bal kişandin ku bişûnxistina karê rêxistinên navdewletî ji hêla Rûsiya ve hişt ku Amrîka vê biryarê derxîne.
Û amedbûyan li ser berdewamkirina lidarxistina van civînên şêwerdarî li hev kirin, daku dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û xurtkirina rêçên têkliyên hevkarî û hevrêziyê di navbera hev de gengeşe bikin, ji bo pevre gavin piratîk ên hevbeş bavêjin, û encamên wan di xizmeta gelê Sûriyê de bin, û azarên wî sivik bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî