Kolîja Pizîşkî ya Zanîngeha Heleba Azad, vekolînekê di riya birina nimêneyan re ji bo şopandina rewşa asta hebûna berxwedana laşê Sûriyan dijî Covid19 li deverên rizgarkirî çêdike, ev vekolîn di bin çavdêriya serokê kolîjê, serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî ya berê doctor Cewad Ebû Heteb û cîgirê serokê Kolîjê doctor Omer Toqac pêk hat.
Ev vekolîn bi armanca ku bibe alîkariyek ji tevaya tîm û dezgehên kar re, yên ji bo dijatiya Vîrosa korona kar dikin, bi taybetî piştî derketina hin pêketinan li deverên rizgarkirî.
Û yek ji armancên wê yên din jî naskirina asta belavbûna nexweşiyê li deverê ye, û rawestana li ser rewşa berxwedana laşê sûriyan li deverên rizgarkirî, di riya pîvana dijberên korona di xwîna mirovan de, ji bo standina hin rêşûnan da nehêlin vîros li wan deveran belav bibe, ew devera ku ji berê de derdeseriyên mirovî yên jiyanê û yên abûrî û tenduristî û civakî û ewlekarî lê pir in.
Ew vekolîn li hejmarek ji babetan pêk tê, yek jê bandora vîros li ser jiyana giştî û çawaniya rûbirûbûna wî , rêşûnên tên xwestin û coreyên taqîkirinên laboretoran yên bikar werin ji bo rûbirûbûna vîros, rola taqîkirinê di pêkanîna rêşûman de, çend roj tên xwestin ji bo çêbûna berxwedana laş, hebûna xweparastina demdirêj her weha piransîba taqîkirina antî body, û coreyên taqîkirinên xwînê û xwendina encaman.
Û ew vekolîn giha hejmarek ji encaman, di serî de ku civaka sûrî ne xwedan berxwefana laş e dijî vê nexweşiyê wek hin guman dikin, ew jî wek tevaya civakan bi vê nexweşiyê dikeve.
Û vekolînê temîniya giringiya kar kir jibo hişyarkirina xelkê derbarê çawaniya belavbûna nexweşiyê û xweparastina jê û pêwîstiya hevkariya tevaya dezgehên berpirsyar li deverê.
Herweha vekolînê temîniya zêdekirina kadroyên pizîşkî kir, herweha pirkirina navendan û navendên cudakirina nexweşan, di heman dema hiştina navendên pizîşkî yên nexweşiyên din, û bikarneanîna wan di karûbarên korona de, û vekirina navendên taybet bi vî veyrosê kujer.
Û daxwaza berdewamiya gera li nexweşên Covid19 û cudakirina wan û herweha kesên dan û standin bi wan re kirine, û dermankirina pêketyan, û danîna pilanekê ku têde tevaya karînên dezgehên tenduristî bibin yek ji bo danîna mîkanîzmayekê ji peywendiyan û agahdarkirina derbarê hebûna nexweşan re.
Û vekolînê diyar kir ku divê guhdanek taybet bi kesên xwedanên laşên berxwedana wan kên hebe, wek nexweşên bi nexweşiyên demdirêj û birîndarên cengê yên ku 25% ji civaka sûrî ne.
Û vekolînê amaje kirk u kesên derbeder 48%ji xelkên deverên rizgarkirî ne li bakurê sûriyê, ev yek dihêle cudakirina civakî ne pêkan be, û temîniya rêşûnên taybet kirin, ne wek yên dewletên din, ji ber ku ne gengaz e tu ji nexweşekî ku di konkî de dijî re ku deh kes tê de hene bêje, vegere çadira xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî