Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtî û bêseruşûnan ya li ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve, îro li bajarê Stenbolê, kongirekî rojnamevanî derbarê rewşa mirinê di bin îşkenceyê di girtîgehên Esed de û berpirsiyariya civaka navneteweyî li ser vê yekê li dar xist.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Yasir El-Ferhan got ku berdewamiya rejîmê di girtina çalakvanan û îşkencedana wan de dibe fakterê zêdetir ji bo berdewamiya şoreşê, û tekez kir ku wêneyên qurbaniyan yên bi rêya “Sizer” hatibûn belavkirin, û belgeyên din û raporên ji aliyê komîsyonên lêkolînên navnetewî û rêxistinên serbixwe, qebarê tawanên rijêmê yên li dijî girtiyan diyar dikin.
El-Ferhan diyar kir ku rejîma Esed xwe bi xwe tewanbar dike û belgeyan li ser revandin û înkar û windakirina girtiyan bi dirêjahiya salên borî pêşkêş dike, bi riya radestnekirina termên girtiyan bo kesukarên wan, û herwiha veşartina gorên wan û pêkneanîna lêkolîneke zelal û bêalî ji bo destnîşankirina sedemên mirinê.
El-Ferhan bal kişand ku bidawîkirina tawanên jenosîdê li Sûriyê, û parastina mafên mirovan berpirsîyeke hevbeş e ji aliyê qanûnên olî û yên navnetewî û nirxên cîhana azadîxwaz li ser milê civaka navnetewî û hemû hukûmet û gelan e.
Komsiyonê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku heta niha Rûsya rê li pêşiya Konseya Ewlekariyê ji bo raguhestina rejîmê ji bo dadgeha tawanên navnetewî digire, û got: em bipirs in derbarê sedema derengiya derxistina “Yasa Sizer” ji aliyê Kongresê Amerîkî, hevdem bi pirs in li sedema bêçalakiyê li hemberî standina dozgeriyên yasayî ji bo sizadana tawankaran.
Li aliyê din jî, Komîsyona destxweşî li bizavên Tirkiyê û Netewên Yekbûyî û Xaça Sor yên ji bo neçarkirina rêjîmê li ser qebûlkirina pirsa kesên binçavkirî li gor rênimayên mafnasî yên navnetewî û mafên microvan bilind nirxandin.
Komîsyonê her weha helwestên Fransa, Brîtanya, Almanya, Tirkiye, Amerîka, Qatar, Liechtenstein, Erebîstana Siûdî û welatên din jî derbarê rewşa girtiyan di zindanên rijêmê de bilindî nirxandin.
Û Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtiyan bang li civaka navnetewî kir ji bo standina tedbîrên lezgîn û awarte ji bo parastina wan, ku fişarên rast bêxin ser rejîmê ji bo tawanên wê yên hovane li dijî girtiyan rawestînin.
Ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan mirina zêdetir ji 13 hezar kes di bin îşkenceyê de li Sûriyê belge kiriye, û diyar kir ku 99 ji sedî ji wan ji aliyê rejîmê hatine kuştin, her wiha ragihand ku zêdetir ji 118 hezar kesî bi nav hatine binçavkirin, 88 ji sedî ji wan di girtîgehên rejîmê de ne, ji bilî ku tê texmînkirin ku hejmara girtiyan zêdetir ji 215 hezar girtî be.
Komîsyona Niştimanî bi biryara hevbendiya niştimanî hate avakirin, ji bo bergirî û parastina kesên girtî û wenda li Sûriyê yên di destê hemû aliyan de; û herwiha ji bo nûnertiya wan li ser asta navnetewî bike, û bikaranîna rêyên rewa ji bo rawestandina işkencê û parastin û serbestberdana wan, weke lêvegereke qanûnî ji bo pirsa girtiyên Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî