Komîta Destûrê evro înê li bargehê Netewên Yekbûyî li Cinêvê karê xwe berdewam kir, û reşnivîsa awayê reftarên herdu serokên hevbeş yên komîta destûrê pesend kir.
Her weha endamên komîta destûrê danaskirina xwe berdewam kirin, û nerîna xwe bo destûra Sûriyê ya paşerojê dan, û tekezî li ser giringiya daraştina destûreke hemdemî ko mafên hemû pêkhatiyan biparêze û azadî û rûmeta wan dabîn bike kirin.
Di gotinên xwe de tekezî li ser giringiya cudakirina di navbera hersê desthilatan, ya cîbicîkirinê, yasadanînê û ya dadweriyê kirin.
Her weha tekez kirin ko ew amade ne bi tekûzî têkevin pirosesa destûrê li gora cîbicîkirina biryarên Netewên Yekgirtî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, ko ew pêngaveke li ser rêka gihaştina çareserkirina siyasî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî