Koîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel kadroyên werzişî yên sûrî Ii ofîsa Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî li iyaleta Entakya li dar xist.
Ew kar wek beşekî ji istratîcî û pilana karê Komîteyê hat, û di civînê de bizavên komîteyê jibo pêşxistin û berfirehkirina karê werzişî, û besendkirina yaneyan û lidarxistina çalakiyên werzişî, her weha korsên jibo amadekirin rahêner û hekeman û rêxistinkirina karên yaneyan û kontrokirina bêserûberiyê, bi beşdaran re gengeşe kirin.
Û civîngeran tekezî li ser hevkarî û hevbeşiya kar kirin, nemaze derbarê saziyên werzişa Sûrî li Tirkiyê, û çalakiyên werzişê li herêmên azad, herweha behsa rêxistinkirina karê tevaya yaneyên sûrî kirin.
Û beşdaran li ser damezirandina pêşbirkekê bo tîmên fotbola sûrî yên li Tirkyê bi hevkariya li gel fedrasyona tirkî ya fotboê, û lidarxistina çalakiyên werzişî yên din.
Û nûnerê Hevbendiya Niştimanî li iyaleta Entakyê, birêz Ednan Elşixrî, bal kişand ser ku yekrêzî tê wateya destpêkirina durst jibo bicîkirina armanca ku em tev dixwzin bigihênê, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û ofîsa wê li Entakyayê dê di xizmeta gênc û werzişvanan û tevaya çalakiyan de bin.
Û emîndarê giştî yê Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî , Ehmed Cemîl Elelî, bal kişand ser ku karê sereke yê komîteyê di vê demê de jibo yekkieina tevaya karînan e, û karkirina jib o çakkirina ewşa rêxistinî û rêveberî ye, jib o pêşxistina karê komîteyê ta bighînin asta lidaexistina çalakiyan di hemû lîstikan de.
Û ji hêla xwe ve, sekreterê rêxstinê di komîteyê de, birêz Mihemed Eltahir Qurunful, tekez kir ku ew çaksaziyên vê dawiyê di warê werzişê de çêdibin, bi taybetî yên jibo pevgirêdana ofîsên komîteyê, jibo destpêkirineke durust ya di hemî waran de ye.
Û her yek ji kapten Muhened Xettar , rahênerê navdewetî yê voleybolê û endamê Bijartiyên Sûrî yê volîbolê, û kapten Zekeriya Nebhan , rahênerê navdewletî yê masa tenesê, tekez kirin li ser giringiya yekrêzî û hilbijartina kadroyên çalak li ofîsa Entakyayê, û bal kişandin ser pêwîstiya berfirehkirina lîsteya lîstikan û giringîpêdana wan jibo bilezkirina berhevkirina komîteyan û lidarxistina korsên rahênanê û yên hekeman û yên rêxstinkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştimanî ta Sûrî