Komîteya Elcezîre û Elferat di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Nesir Elherîrî, civînek lidar xist, û rêbazên perwerdehiyê yên milîşeyên PYD li deverên di bin kontirola xwe de li Rojhilatî Ferêt li ser sivîlan ferz dike gengeşe kirin.
Û amadebûyan bal kişandin ku rêbazên perwerdehiyê yên milîşeyên PYD li deverên di bin kontirola xwe de sepandine îdyolocî û metirsîdar in, û ramanên rêxistina PKK ya terrorist ya li Qendîlê di nav de hene.
Û amedebûyan hişyarî dan ji hewildanên PKK bo belavlirina ramanên xwe di nav Sûriyan de, û tekezî li ser pêwîstiya livekê ji aliyê Netewên Yekbûyî bo rawestandina wan rêbazan kirin, daku veguhêzin rêbazên ji aliyê UNICEF pêşkêşkirî ve yên ku girîngiyê didin aliyê zanistî dûrî îdyolociyên ramanî yên rêxistinên terrorist.
Û Endaman temîniya avakirina Komîteyekê, Endamên Hevbendiya Niştimanî tê de hebin kir, her weha hinek pispor ji Wezareta Perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, da xwendineke lêkolînî derbarê wan rêbazan bibe, ji bo eşkerekirina tevaya ramanên biyanî ji civaka Sûriyê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî