Komîteya Desteya Bilind ya Hecê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, mercên qeydkirinê ji bo çûna Heca îsal 2019/1440 ragihandin, û diyar kir ku ew dê di dema pêş de ofîsên xwe yên li Sûriyê û li hin welatên cîran ji bo wergirtina daxwaznameyên çûna Hecê vekin.
Rêvebirê Hecê Samir Beyrqdar piştrast kir ku Komîsyona Hecê kar ji bo xizmeta hemû Sûriyan li hemû herêmên Sûriyê bê tu cudahî dike, û got ku Komîsyon berê xwe dide “Hemû welatiyên Sûrî, li kîjan erdê bin, bêyî ti cudahiyên herêmî yan netewî yan jî siyasî”.
Wî bal kişand ku di çend salên borî de Hecî ji hemû herêman beşdar bûn, û diyar kir ku nivîsgehên Hecê xizmetan ji bo heciyên sûrî yên li deverên di bin kontrola rejîmê de jî pêşkêş dikin.
Û diyar kir, ku li hefteya bê wê dest bi tomarkirina navan bikin, û bal kişand ku herkesê dixwaze biçe Hecê dikare pêwendiyê ligel ofîsên komîteya Hecê yên li Sûriyê û li welatên cîran bike, ku hejmara wan 13 ofîs in.
Tê zanîn ku komîteya Bilind ya Hecê, ev heft sal in karê çavdêrîya birêvebirina geştên heciyan ji Sûriyê dike, û nêzî 19 hezar Hecî di sala par de beşdar bûn, û di heman demê de, Komîte daxwaza zêdetirkirina hejmara heciyên Sûrî yên îsal dike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi rêz û hurmet sipasiya Şahê Erebistana Siûdî û Hikûmeta wê kir, li ser karê wê yê ji bo xizmeta heciyên mala xwedê, bi taybetî pêşwazîkirin û pêşkêşkirina alîkarî û xizmetên pêwîst ji bo hecîyên Sûrî, di vê rewşa zehmet de ya Sûriya têre derbas dibe.
Û tekez kir ku ew bawer e ku dê Heca îsal baş û serkeftî be, bi saya bizav û pêşketinên berdewam di pêşkêşkirina xizmetan û organîzekirinê de.
Û diyar kir ku bizavên mezin yên dibin ji aliyê Erebistana Siûdî ji bo guhdana hecîyan, dimîne cihê rêz û supasiyê, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê berdewam be di hevkarî û hemahengiyê de bi rêya wezareta Hecê, ji bo misogerkirina tevahiya xizmetguzarî û çavdêriyan ji bo hecîyên Sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî