Karwanekî nû yê heciyên sûrî îro roja înê gihişt Erebîstana Siûdî, û Komîteya Bilind ya Hecê diyar kir ku, wê pêşwazî li zêdetir ji heşt hezar heciyên Sûrî ji Sûriyeyê û ji welatên din kiriye.
Û Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Nazir El-Hakim, da zanîn ku Komîteyê îsal kariye destûra hejmareke zêdetir ji heciyên Sûrî wergire, piştî têkliyên ligel Wezareta Hecê ya Erebistana Saudî, da hejmara heciyan bigihêje 19 hezar hecî, û dupat kir ku tîmên Komîteyê amade ne pêşwaziya heciyan wek heman pênc salên borî bikin, da komîte careke din wek yek ji baştirîn komîteyên salê diyar bibe.
El- Hakim spasî û rêzgirtin bo Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz, û Hikûmeta Erebistana Saudi diyar kir, li ser guhdana wan bi Heciyan, û xizmet û hêsankirina karûbarên wan û dabînkirina her tiştê pêwîst ji bo pêkanîna ferza hecê bi xweşî û hêsanî.
Her wiha spasiya hikûmeta Tirkiyê kir li ser alîkariya wê bi Komîteyê re, di riya vekirin rê li pêşiya heciyên ji Sûriyê ber bi axa Tirkiyê ve tên, bê xwestina vîza, da berê xwe bidin Erebistana Saudî ji bo heca xwe bikin, herwiha supasiya hemû welatên cîran jî kir li ser hêsankaiyên pêşkêş kirine, ji bo derketina heciyên sûrî ber bi Erebistana Saudî ve.
Û amaje kir ku komîte hemû xizmet û îmkanan ji bo heciyên Sûrî pêşkêş dike, ji wergirtina vîzayê heta pêkanîna ferza pîroz û vegera wan, û kadroyên rêveberî û yên pizîşkî bi erkên xizmeta wan radibin, û cext kir ku komîte xizmetan ji bo hemû welatiyên Sûriyê bê cudahî pêşkêş dike.
Komîteya Hecê ji bo qeydkirina navên heciyan çend ofîs li (Misir, Urdun, Libnan, Tirkiye, û bakurê Sûriyê) vekirine, tevlî vekirina çend şaxên din li (Îmarat, Qatar û Kuweyt) ji bo pêşwazîkirina daxwaznameyên hecê û rêxistinkirina çûn û hatina wan û dabînkirina hemû hêsankariyên pêwîst.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê