Komîteya Hevbeş ya Sûrî-Tirkî îro bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî Enes Abda û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ismaîl Çatakli li navenda ofîsa Koçberiyê li Stembolê civiya, ji bo şopandina rewşa penaberên Sûrî û çareserkirina pirsgirêkên wan li Tirkiyê û bi taybetî yên li Stembolê dijîn.
Û komîteyê kar li ser hemû dosyên bi rêya malpera wê ya elektronik gihîştibûnê kiribû, û niha li ser vê pêvajoyê dixebite. Û bang da hemû kesên ku pirsgirêkên wan ên yasayî hene, ji bo ku dozen xwe bişînin da bi rêkên yasayî çareser bikin.
Komîteyê di civîna xwe ya îro de tekezî li ser pêwîstiya tomarkirina navên penaberên Sûrî yên navên wan li ofîsa koçberiyê qeydnekirî kir, ji bo çareserkirina rewşa wan bi riyên qanûnî yên wan ji her fermanekê biparêzin, û berjewendiyên wan bi aramî dabîn bikin, ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê tekezî li ser giringiya temamkirina birgên yasayî û çareserkirina kêmasiyan di dema destnîşankirî de kir.
Wezareta Navxwe ferman da hemû wîleyetên Tirkiyê ji bo diristkirina komîteyên xwecihî, ku ji rêveberiyên xwecihî, kesên serbixwe, sazî û rêxistinên civaka sivîl yên Tirk û Sûrî, û nûnerên komîteya hevbeş pêk bînin, ji bo şopandina rewşa Sûryan, û çareserkirina pirsgirêkên wan, û peydakirina mekanîzmayekê ji bo birêvebirina karûbarên wan, ku wê komîteyek li her şarederiyekê ku hezar penaber yan jî zêdetir lê hebin bihête diristkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo penaberên Sûrî yên li Stembolê demek ji bo çareserkirina rewşa wan heta 30’ê cotmeha îsal destnîşan kiribû, piştî ku ev daxwaz di civîna bi Wezîrê Navxwe re di 24’ê tîrmeha borî de hatibû kirin.
Hêjayê gotinê ye ku di çarçoveya xebata komîta hevbeş de, karwanek ji penaberên Sûrî li hefteya borî ji bo axa Tirkiyê hatibûn vegerandin, wekî beşek ji lîsteya navên hatibûn pêşkêşkirin ji rayedarên Tirkiyê re, û kar ji bo çareserkirina hemû dozên weha berdewam in.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî bi rêya malpera xwe ya fermî, rûpelek taybet ji bo şopandina karên penaber û niştecîhên sûrî li Tirkiyê vekiriye, di çarçoweya karê Komîteya hevbeş de, û rûpel li ber destê hemû Sûriyên li Tirkiyê ye, yên ku pirsgirêkên wan ên taybet yan ên yasayî hene, da agahdarî û belgeyên xwe radest bikin, ji bo kar li ser wan bi karbidestên fermî yên tirk re bidomînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî