Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, li ser malpera xwe ya fermî rûpelek vekir, ji bo şopandina karûbarên penaber û nişteciyên Sûrî li Tirkiyê, di çarçoveya komîteya hevbeş ya Sûrî-Tirkî de, ya rêkeftin li ser damezrandina wê hatibû pejirandin di civîna hefteya borî di navbera serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Abda û wezîrê navxwe yê Tirkiyê, Suleiman Suwailo de.
Ku ev sayit dihêle hemû Sûriyên li Tirkiyê yên ku dozên taybet yan pirsgirêkên wan ên yasayî hene karibin agahî û belgeyên xwe bişînin da ku bi rayedarên fermî yên Tirkiyê re bên şopandin.
Tê zanîn ku ji aliyê Tirkiyê ve wezîrê navxwe yê Tirkiyê, serokê beşê koçberiyê û hejmarek ji rayedarên payebilind di wezaretê de di Komîteya Hevbeş de ne, û ji aliyê Sûriyê ; Serokê Hevbendiya Niştimanî û berpirsên Hevbendiyê yên doseyên pêwendîdar, ligel hejmarek ji rêxistinên sûrî yên li Tirkiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî