Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa, piştgiriya xwe ji bo zêdekirina sizayan li ser Îranê ragihand, û bal kişand ku “Terorîzma rejîma Îranê li herêmê nayê veşartin”.
Ev daxuyanî hevdem hatin ligel lidarxistina kongirê Warsaw, duhî li roja çarşemê, bi beşdariya wezîrên derve û berpirsên bêhtir ji 60 welatan, di nav wan de Amerîka û dewletên erebî û di serî de Erebîstana Siûdî.
Kongir lidar dikeve bi armanca zêdekirina fişaran li ser Îranê, û ji bo bidawîkirina tawanên wê yên bi riya milîsên xwe yên mezhebperist li welatên Erebî yên mîna li Sûriyê pêk tîne, û milîsên Heşda Şe’bî li Îraqê û Hizbullah li Libnanê, û Hotî li Yemenê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, got ku “Terorîzma rejîma Îranê li herêmê û bindestîya gelê Îranê nayê veşartin”, hevdem matmayîna xwe anî ziman li hemberî nebûna hîç karvedeneke cidî dijî tawanên rejîmê.
Û got: ” Riftara navdewletî ya sist ligel vê rejîmê û dakokiya hin dewletan li ser girtina çavên xwe ji zordariya rêjîma Îranê û piştgiriya wê cihê matmayînê ye!”.
Ji aliyê xwe ve, serokê ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî, Ahmed Remezan, bal kişand ku piştgiriyeke zêde heye ji bo zêdekirina fişaran li ser Îranê, û got, “Her gaveke cidî ji bo dorpêçkirina Îranê bi armanca bidawîkirina destwerdana wê di karûbarên welatên din de û belavkirina terorê, dê pêşgiriya wê ji aliyê Ereban ve bibe, bi taybetî li Sûriya û Îraqê, yên bûne qurbaniya pevçûnên mîlîtanên Îranê”.
Herwiha ku Wezîra Derve ya Amerîka, Mike Pompeo, di hevpeyvînekê de bi “Fox News” re gotibû, ku civîna navnetewî dê balê bikişîne ser “Aramiya Rojhilata Navîn, û aştî, azadî û ewlehiya wê”, û bal kişand ku ew “Tişteke herî girîng e” ku zalbûna Îranê nebe sedema “Têkbirina aramiya” deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî