Bi dehan rêkxistinên xwecihî û yên navdewletî daxwaz kirin ko jin û zarok ji zindanên rêjîma Esed bêne berdan, û tekez kirin ko giring e dadpirsîn ligel berpirsiyarên ko tawankariyên cengê li Sûriyê pêk anîne bibe, ku ev pareke giring ji dadweriya veguhêz e.
Ev tekezkirin di kongirekî navdewletî de bû, yê ku roja çarşembê li Istanbulê ji hêla tevgera Eldemîr hat daxwazkirin. Tevgera ku rêkxistinên navdewletî û kesayetiyên yasanas û perlemanî û hunermend wê birêve dibin, li jêr navê ‘’ heta rizgarkirina hemû jin û zarokên girtî li Sûriyê‘’.
Di kongir de nûnerên 55 dewletan beşdar bûne, ji kesayetên beşdar: Barone Bola Odîn endamê encûmena Lordên Birîtanî û Zofêlîlî Mandîlsizî Mandêla neviyê serpereştê Efrîqî yê koçkirî Nilson Mandêla, û perlemantera Okwadorî Ana Bîlîn Marîn Agîrî.
Serokê komîteya karûbarên girtî û windayan piştgiriya xwe ya tekûz ji daxwazên kongir re anî ziman, û got ku rewşa girtiyan di zindanên Esed de ne mîna rewşa girtîgehên dewletên din e, û tekez kir ko operasiyonên êşkencedana hovane bû sedema kuştina bi dehhezaran girtî.
Û bal kişand ser giringiya lêpirsînê digel berpirsiyarên ko tawankarî derheqê girtiyan kirine, bi taybetî derheqê jin û zarok de, û got ku ew dê alîkar be di çareserkirina siyasî de li gora ko di biryarên navdewletî de hatiye.
Her weha Mecid Şerbetçî ya di kongir de beşdar bûye li ser rewşa xwe ya digel zarok û mêrê xwe yên di zindanê de axivî, û got ko mêrê wê jiyana xwe di zindanên rêjîmê de jidest daye, û operasiyonên girtinê li Sûriyê tê wateya windabûna kotekî ko çi kes li ser rewşa wan tiştekî nizane.
Û got: ‘’ Gava em dikevin zindanê em dibin hejmar û navên xwe jibîr dikin‘’, salixên zindanên rêjîma Esed diyar kirin ko ew ‘’ Sosret in û mirov nikare bîne ber çavên xwe‘’, berdewam kir û got: ‘’Ez bêtir bi kehrebê û lêdanê êşkence dikirim. ‘’
Her weha got: “ Bi hêvî me kongir amanca xwe bicih bîne, û girtiyên jin û zarok bêne berdan”.
Yafoz Dîdî berdevkê tevgerê diyar kir ko amanca kongir balkişandina civaka navdewletî li ser zehmetkêşiya jinên di zindanên Sûriyê de ye, û lêdan û zorbaziya sêksî ya li wan dibe, bêtir got ko ev tevger destpêşxeriyeke navdewletî ya taybet e bo berdana girtiyên jin û zarok yên ji 2011ê ve girtî ne.
Û diyar kir ko tevger tête piştgirîkirin ji 2000 rêkxistinên nefermî û bi hezaran kesayetî ji 110 dewletan.
Di dawiya kongir de daxuyaniyek derkirin têde gotin ku ji adara 2011ê ve 13500 jinên Sûrî hatine girtin û hêj 7hezar jin girtî ne û rastî êşkence û lêdan û tundûtûjiya sêksî û zorbaziyê tên, û tekez kirin ko rêjîma Esed ‘’Zorbaziya sêksî jî wekû çekekî hilbijartiye. ‘’
Daxuiyaniyê destnîşan kir ko pêşindeya kongirê tevgerê dê berdana girtiyên jin û zarok ji zindanên rêjîmê be.
Tevgera Eldemîr sala bûrî bi kampanyakê rabû ji bo piştgirtiya jinên Sûrî yên girtî û karwanekî mirovî rêkxistin kir têde 2000 jin li cîhanê beşdar bûne, û ji bo piştgiriya Sûriyan berê xwe dan rêbuhêrka Bab Elselame li bakurê Helebê.
Jêder : Ofîsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî