Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî hemû raportên ragehandinê yên berê yên derbarê amanckirina hêzên rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsya ji bergehên niştecihan û yên zindîdar re li parêzgeha Idlibê piştrast kirin, û raporta xwe bi dîdevaniyên meydanî û tomarkirinên wênekirî û wêneyên satelaytan belge kiriye.
Rêkxistinê di raporta xwe ya nû de evro pêncşembê got ku êrîş bi şêweyek rasterast û bêserûber dijî amancên sivîl pêk hatine, û diyar kir ko firokên Rûsya û rêjîmê nexweşxanak û benkên xwînê û navendên bijîşkî û firne û dibistan li herêmên corbicor ji gund û bajarokên gundewarê Idlibê amanc kirine.
Gelek bajar û bajarokên ketine ber bombebaranê; wek deverên bobelatkirî hatine ragehandin, ji ber bombebarana berdewam û derbiderbûna niştecihan. û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê salixê wan operasiyonan da û got ku ew tawankariyên cengê ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko nema tenê çavdêriyê kuştaran bikin, û xelkên kuştî yên ji encama bobebaraba bi dînîtî dijî deverên sivîlan serjimar bikin.
Rêkxistina navdewletî hişyarî ji dubarebûna sînaryoyê Helebê, Xûta rojhelat û Dera da, û destnîşan kir ko operasiyonên li ser Idlib wek yên ko hêzên rêjîmê û hevalbendên wê li bajarên hatin gotin kirine, û piraniya bombebaranê li ser herêmên zindîdar bû, û niştecih neçarî revê bûn.
Hevbendiya Niştimanî hemû binpêkirinên ko rêjîm pêk tîne pirotesto kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko peymana Idlibê biparêzin û piştgiriya agirbestê bikin.
Şanda Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya Ewropî de metirsiyên gurkirina leşkerî ya dawî û tiştê ko rêjîma Esed lidijî sivîlan pêk tîne diyar kirin, û tekezî li ser giringiya dabînkirina parastina sivîlan kir, da qeyraneke nû ya mirovî çênebe û dîsa xelk ber bi dewletên derdorê derbider nebin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî