Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko endazyara kompyûter Leyla Şiwêkanî û Doktora Fîzîkê Fatin Receb bi êşkenceyê li ser destê rêjîma Esed hatine kuştin, komîta vekolîna navdewletî ya taybet bo Sûriyê daxwaz kir ko berpirs têkevin dadpirsînê û çarenivîsa hemû girtiyan aşkere bibe.
Dezgehên ewlehiya rêjîmê Şiwêkanî ya 28salî ya du regezname pêre hene -ya Emerîkî û ya Sûrî- sala 2016ê ew li Şamê girtibûn, û Receb ji hêla şaxa ewlehiya asmanî bi sedema çalakiyên wê ko xwepêşandan rêkxistin dikirin li bajarê Dûma hatibû girtin.
Çalakvanan diyar kirine ko navên herdu qurbaniyan di lîsta ko ji birêveberiya nifûsê re hatibûn şandin de bûn, wek bi hezarên qurbaniyên di zindanên rêjîma Esed de hatine kuştin.
Komîta lêpirsînê ya navnetewî ya serbixwe daxwaz ji rêjîmê kir ko sedema kuştina bi hezaran girtî di zindanên Esed de rave bike, û cihê kelaxên wan diyar bike, û bal kişand ser ko rêjîm berpirsiyariya diyarkirina sedemên kuştina wan hiltîne.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko rêjîm pirotesto bibe, û alava bêlayen ya navdewletî aktîv bibe, tako lêpirsîn digel tawankarên cengê li Sûriyê pêk were.
Di pêngavekê giring de, ya rêkxitina lêbûrîna navdewletî dibîne ku ew “Gaveke ber bi misogerkirina dadweriyê de”, dadgeha firensî bîrdoz derbarê girtina sê berpirsiyarên mezin yên rêjîmê bi tawana êşkence û veşartina kotekî û tawankariyên lidijî mirovîniyê û tawankariyên cengê derxistiye.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko misogerkirina dadweriyê û dadpirsîna tawankarên cengê pênavine giring in bo gihaştina çareseriya siyasî, destnîşan kir ko ji nav wan biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê