Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Mihemed Yihiya Mektebî, dît ku serdana Elî Memlûk serokê ofîsa ewlekariya rejîma Esed ji bo Misirê, dikeve di çarçoveya hewldanên ji bo vejînkirina rejîmê, û bi gaveke bêhûde dît bi rejîmeke rewatiya xwe ya mirovî û siyasî li pêşiya tevaya cîhanê jidest daye.
Mektebî got: Serdana Memlûk dikeve di çarçoveya hewldanên berdewam yên ji aliyê hin aliyan yên ji bo normalkirina têkiliyan û dubarekirina desthildariya serokê rêjîmê û rakirina dorpêça navnetewî ya li ser wî dixebitin, bi taybetî ji ber ku serdana Memlûk yekser hat li pey serdana serokê Sûdanê Omar El-Beşîr.
Mektebî diyar kir ku rejîma Esed bi rêya van serdanan, dixwaze peyamekê bide dest welatên erebî û civaka navnetewî, û diyar bike ku ew hîn jî zindî ye û têkilî ligel dibin.
Hevdem ku hewldanên ji bo vejînkirina rejîmê bû cihê karvedana hin aliyên erebî û navdewletî, nemaze serdana Serok Omar El-Beşîr li heftiya borî ji bo Şamê û civîna bi Bişar Esed re, ku Yekîtiya Ewropayê hişyarî da li hember vê pêgavê, û bal kişand ku dem ji bo asayîkirina têkiliyan bi rejîma Esed re hêjî neguncav e, û divê ev kar li hêviya rêxistin û sazîyên navnetewî be.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê dadweriya Frinsa li mijdara 2018’an, fermana girtina navnetewî li dijî sê berpirsên bilind yên rejîma Esed hatibû derxistin, û Alî Memlûk jî di nava wan de bû, ku ew berpirsyarê bi rastî yê piraniya dezgehên ewlekariyê yên rêjîmê ye.
Herwiha ku li demeke berê ji aliyê rêxistina “Amnesty” dozgeriya ji aliyê dadweriya Frinsî ji bo girtina berpirsên bilind yên rejîma Esed bi “gaveke giring ji bo bicihanîna dadperweriyê” dîtibû, û bang li civaka navnetewî kiribû ji bo standina biryarên mîna wê ji bo bidawîkirina bêcezakirina sûcdaran .
Ku Memlûk di sala 2012’an de wek serokê ofîsa dezgeha Ewlekariya rejîmê hat destnîşankirin, ku ew yek ji kesên herî nêzîkî Bişar Esed e, û navê wî di lîsteya sizayên Ewropayê de hatiye, ya li ser karbidest û alîgirên rejîmê hatiye sepandin
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê