Mezintirîn kesê danûstandinan dike yê desteya bala ya danûstandinan Mihemed Sebra diyar kir ko êrîşên asmanî yên ko rêjîma têde Esed çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar tîne û ji wan jî êrîşa ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê, dikevin asta tawankariyên cengê, yên ko ji bo wan Komîta Vekolîna Navdewletî ji hêla Netewên Yekbûyî ve hate damezirandin.
Ev yek di civîna endamên şandeya desteya bala ya danûstandinan digel nûnerên çalakvaniyên parêzgeha Idlibê bi rêya Internetê de hat. Sebra tekez kir ko “Rêjîm çekên kîmawî wekû kirdeyeke siyasî bikar tîne bi amanca desthilata xwe biparêze”
Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî çar raport derbarê çekên kîmawî li Sûriyê derxistine, di raporta xwe ya dawî de tekez kir ko vekolînan tekez kirine ko gaza sarîn ya jehrî û heybereke weke wê di bûyera Xan Şêxûn de bikar hatiye.
Endama şandeya şêwirdariyê di desteya bala de Henadî Ebû Ereb di civînê de diyar kir ko, tevgereke berdewam heye bo sizakirina rêjîma Esed li ser tawankariyên cengê yên ko derheqê miletê Sûrî de di şeş salên borî de bikar aniye, bêtir got ku karmendên di biwara mafnasiyê de kar dikin, daxwaz ji komîta vekolînên navdewletî di hevdîtinên xwe yên pêre de berî kurtedemekê kirin, ku berpirsiyarên çekên kîmawî bikar anîne aşkere bike, piştî ko nîşan û belgeh ketine destê wê de diyar dikin ko Beşar Elesed li pişt êrîşên kîmawî ye.
Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî di çileyê pêşî yê borî de tîmek damezirand, ji bo vekolînê di tawankariyên cengê de yên ko dibie li Sûriyê çêbibin bike, û bargehê wê li Cinêvê ye, û emîndarê giştî Entonyo Gotîrîs dadwera firensî Markî Oyil wek seroka tîmê danî, ya ko berê di dadgehên navdewletî yên taybet bi Kosovo û Kembodya û dadgeha sizaya navdewletî li Yogislavya berê de kar kiriye.
Komîta vekolîna navdewletî di bikaranîna çekên kîmawî de aşkere kir ko fişar li komîta vekolînan bûn ji hin dewletên endam di Encûmena Ewlekariyê de, ji bo bandorê li encamên vekolînê bike. Serokê komîtê Idmond Moliyêt di kongirê rojnamevanî de li bargehê Netewên Yekbûyî li Niyûyorkê got ko komîta wî nameyên rasterast û yên nerasterast ji hin dewletan werdigire, daxwaz dikin ko yan wê awayê kar biguherin, an jî dê encamên ko komît gihiştiye nepejirînin.
Çalakvanin Sûrî roja pêncşembê rawestandineke pirotistokirinê li bajarê Xan Şêxûn di bîranîna derbasbûna sed rojan di ser êrîşa kîmawî re pêkanîn, êrîşa ko hêzên Esed li ser bajêr pêk anîbû û di encamê de 400 sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, xelkên qurbaniyan û birîndaran hem jî endamên Encûmena parêzgehê têde beşdar bûn, diruşmên ku têde hildan bêdengiya civaka navdewletî pirotesto kirin û hinên din li ser wan nivîsandibûn “Beşar Elkîmawî tawankarê cengê ye” “hûn jibil tirsa di hindirê me de nakujin”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî