Şandeke teknîkî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, îro pêncşembê sibehê, di destpêkirina qonaxa 8emîn ji danûstandinên Asîtanayê, civînek li gel tîmeke teknîkî ya NY pêk anî, û bi wan re kêşeya serbestberdana girtiyên li rex rêjîma Esed gotûbêj kirin.
Û şandeya hêzên şoreşê ya leşkerî ya Asîtana di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku armanc ji beşdariyê serbestberdana girtiyan e, her weha çesipandina agirbestê û bi taybetî li deverên kêmkirina şer, û hilanîna dorpêça li ser tevaya bajar û bajarokên dorpêçkirî, û gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar.
Û şandeyê bal kişand ser ku kêşeya girtiyan pêşindeya şanda leşkerî ye, û tekez kir ku giringiya mezin wê ji behiskirina vê kêşeyê re be li gel aliyê Rûsî bi taybetî.
Û dît ku redkirina rêjîmê ji serbestberdana girtiyan re, li dijî biryarên Encumena Ewlekariyê ye, û bi taybetî bendên mirovî yên di biryara 2254 de, û ji Mosko xwest ku bi rola xwe rabe wek aliyekî berpirsyar û dabînkar ji rêjîmê re.
Her weha şandeyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku hêzên rêjîmê û milîsên biyanî yên îranî pabendî bi rêkeftina rawstandina agirbestê nekirin, û tewanên dijî sivîlan li xûta rojhilat li gundewarê şamê û Idlibê hîn jî berdewam in.
Û got ku riftarên şanda rêjîmê di gera Cinêvê ya dawî de, ji her kesî re tekez dike ku ew pabendiyê bi biryarên navdewletî nake, û bi tekûzî cîbecîkirina wan red dike, û tekez kir ku îro ji her demê bêtir ji aliyê Rûsî tê xwestin fişaran bide ser Rêjîmê ji bo pêkanîna çareserkirina siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî