Wezîrê derbider û penaberan yê libnanî Mu’în Merebî aşkere kir ko milîtanên hizbullaha tirorist heftiya bûrî penaberin Sûrî revandine, û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdulbasit Hemo daxwaza aşkerekirina çarenivîsa kesên hatine revandin kir, û xwest bêtir parastin li Libnanê ji penaberan re bibe.
Merebî li ser dîwarê xwe yê Facebookê duhî duşembê diyar kir ko ‘’Hizba Îran ‘’ çend penaberên Sûrî yên li Ermûn heftiya bûrî revandine, û bêtir got ku ji nav kesên ko hatine revandin Xalid Casim Elferec, Welîd Mihemed Elhisên û Mihemed Mehmûd Elcasim’’.
Cîgirê serokê Hevbendiyê ev binpêkirên ko hizbullaha tirorist derheqê penaberan de dike pirotesto kirin, û dibîne ko ew binpêkirin lidijî yasaya navdewletî ne, û ew di asta tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê de ne.
Daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko vekolîneke bilez çêbibe û çarenivîsa kesên hatine revandin ên ku wezîrê libnanî anîne ziman bête naskirin, û daxwaz kir ko berpirsiyarên wan tawankariyan bêne sizakirin, û berpirsiyarî da ser milê desthilata Libnanê çimkî nikare tawankariyên berdewam yên ew milîtan dikin kontrol bike.
Wezîrê Libnanî berî heftiyekê hin tawankariyên din derheqê penaberên ko ji Libnanê hatine Sûriyê aşkere kirin û got: Agahî li bal min hene li ser kuştina hin penaberên Sûrî yên li welatê xwe vegeriyane ji cehzerana bûrî de, û diyar kir ko tawankariya dawî derheqê malbatekê li bajarokê Elbarûce li gundewarê Humsê bû, û got: ‘’Berpirsiyarekî ewlehiyê di hêzên rêjîmê de derbasî malê bûn û bav û kurê wî û biraziyê bav kuştin.‘’
Rojnameyên Libnanî hûrbîniyên din li ser operasiyonên revandinê yên ko milîtanên hizbullaha tirorist ya sê Efserên cuda bûne belav kirine, yên ko radestî rêjîmê hatine kirin û ew bi êşkenceya hovane kuştine.
Alavên ragehandinê yên corbicor anîne ziman ko Efser Ismaîl Rida Elentawî û Casir Elmihamîd û Kemal Bakîr bi destê hizbullah navbera salên 2014 û 2016 û ew hemû radestî desthilata Esed kirine û ew êşkence kirine û kuştine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî