Milîtanên PYD malên endamine ji Encûmena niştimanî Kurdî bi kotekî ji wan standin û malbatine din kirin şûna wan de, Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ko ev milîtan hewil didin rewşa heyî bi hêza çekan li ser hevwelatiyan feriz bikin, û tawankariyên berfireh û yên corbicor dereheqê wan de bikin.
Milîtanên ko Hevbendiya niştimanî wan tirorist dibîne, destê xwe danîne ser mala birêz Fûad Elîko û ya Ibrahîm Biro û berî wan ya Ebdulhekîm Beşar , Elîko destnîşan kir ko ‘’ ev awayê arzan nikare me ji aşkerekirina rêbaza wan a wêranker derheqê kêşeya kurdî û miletê Kurd bide paş.’’
Elîko berdewam dike: ‘’hemû xanî ne hêjane dilopeke xwîna şehîdekî ji yên di şerên we yên bêamanc de, û dem û dîrok dê bê û hûnê dadgeh bibin li ser van tawankariyên we derheqê miletê me yê sitembar kirine ‘’.
Serokê encûmena niştimanî kurdî yê berê birêz Ibrahîm Biro, got: “mala xuşka min ket ber êrîşekê ji hêla 10 kesên çekdar bi serpereştiya PKK ya tirorist”, û milîtanan hevserê xuşka wî girtine û zarok bi zora çekan ji malê derxistine û destê xwe danîne ser malê çimkî xwedanê wê yê resen Ibrahîm Biro ye.
Encûmena niştimanî Kurdî dibîne ko ev “kirdeyin tiroristî” ne, derheqê Kurdan bi giştî û yê kadir û serpereştên encûmena niştimanî kurdî bi taybetî, û her kesê ko ne bi nerîna wan re be’’, û tekez kir ko ‘’ew pirinsîbên mirovîniyê û yên dîmuqratiyê û pirinsîbên mafên mirovan û rewşit û yasayên taybet bi mafên mirovan di milkê kesayetî de binpê dikin, û rewşeke nearamî û nîgeranî li bal Kurdan bo jiyan û milk û malên wan çêdikin. ‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî