Birêz Ebdilrehman Mistefa yê bi damezirandina desthilata Sûrî ya demkî hatiye teklîfkirin, beşdarî di vekirina aşekî genim de li gundê Eyn Elbeyda yê bi ser herêma Cerablis ve kir, û serokên encûmenên xwecihî li gundewarê Helebê yê bakur û parêzvanê Helebê birêz Ebdilmunim Elmistefa amade bûn.
Li gor planê aşê ardî têra pêdiviyên niştecihên çar bajarên sereke yên gundewarê Helebê yê bakur, Cerablis, Elbab, Elraî û Qebasîn dike.
Encûmena xwecihî ya bajarê Cerablis wêneyên vekirinê belav kirine, û got ko aş dest bi berhemdanê kiriye, û diyar kir ko karîna wî ya rojane digehê 45 ton genim.
Encûmenê bal kişand ser ko aşê Eyn Elbeyda ji hêla birêveberiyê ve bi ser Şaxa Dexlûdan ya Helebê ve ye, ya ko beşeke ji plana wezareta darayî û abûrî ya desthilata Sûrî ya demkî , û li gor encumen dibîne, aş ji pirojeyên giring e li deverê .
Li gora dezgeha dexlûdan, aş bi nêzî 500 hezar Euro çêbûye, û ew pere ji hêla sindoqa dabînkirinê ya dîsa-avakirina Sûriyê ve hatiye pêşkêşkirin, ya ku komek ji hevalên miletê Sûrî çêkirine bi amanca komkirina bexşdanê û piştgiriya pirojeyan tako derdê miletê Sûrî kêm bikin.
Bi saya vekirina pirojeyê, dezgeha dexlûdan texmîn dike ko kirîna wê ji genim re bigehê hejmareke ku berê nedighayê, û bigehê 15 hezar ton di sala 2019 de, di dema ku par 9 hezar ton derbas nekir, ev dê erênî be ji bo buhayê nanî li herêmê.
Ew kar di heman dema berdewambûna birêz Ebdilrehman Mistefa di hevdîtinên xwe yên şêwirdariyê de ye, ji bo damezirandina wezaretan heta dawiya vê mehê, û pêşkêşkirina wan ji desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî re bo pesendkirinê.
Mistefa çend civîn li herêmên corbicor li gundewarê Helebê yê bakur ko ji nûnerên çend encûmenên parêzgehan û yên şaxî û nûnerên hin komîtan û rêkxistinên civaka sivîl yên li herêmên rizgarkirî pêk dihat.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî