Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijbereya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa, da zanîn ku nehiştina serdana şanda komîteya lêkolînê ya ser bi Rêxistina Qedexekirina çekên kîmawî ve heta niha ji bo Dûmayê, nîşaneke nû ye li ser tawana kîmawî ya vê dawiyê derheqê sivîlan.
Mistefa di tiwîtekê de li ser tora civakî ya Twitterê got :” Bikaranîna Esed bi dehên caran ji çekên kîmawî re nema hewceyî belgehan e, herwiha nehiştina Rûsiya û rejîma Esed ku şanda komîteya lêkolînê ya ser bi Rêxistina Qedexekirina çekên kîmawî ve derbasî Dûmayê bibe, nîşaneke din e li ser tawana vê dawiyê”.
Serokê Hevbendiyê da zanîn ku Rûsiya berpirs e di ber parastina rejîma Esed û milîsên Îranî yên terorîst de ji sizayê, û got:”Rûsiya piştevaniya rejîmê û milîsên Îranê hilbijartiye , û asta kuştina sivîlan û tawanên şer bilind bûye, herwiha wê rejîma Esed ji sizayên bikaranîna berdewam ya çekên kîmawî parastiye”.
Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijbereya Sûriyê, daxwaz ji Emerîka, Brîtaniya, ferensa kir ku rejîma Esed li ser tevahiya tawanan û di nava wan de bikaranîna çekên neqedexe jî siza bikin, û lêzêde kir ku dê ev yek rejîmê neçar bike tevlî prosêsa siyasî bibe, herwiha pabendî biryarên navdewletî bibe.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê