Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulrehman Mistefa, hişyarî da ji encamên danpêdana ku heye Amerîka bi bilindcihên Colanê wek beşekî ji dagîrkariya Israîlî bike, û tekez kir ku ew “ Xakeke sûrî ya dagîrkirî ye”.
Û serokê Hevbendiyê di hevdîtineke xwe de bi ajansa Anadolê re got: “Em her dem tekeziyê li ser yekbûn û saxlemiya xaka Sûriyê dikin, û Colan beşek ji Sûriyê ye , û ji hêla Îsraîlê ve dagîrkirî ye, û biryarên nevdewletî yên zelal di vî warî de hene”.
Û mistefa amaje kir ku “daxwiyaniyên Amerîkî binpêkirinin ji wan biryarên navdewletî re, û gelê Sûrî dixwaze xaka Sûriyê biparêze, û emê serweriya Sûriyê li ser tevaya xaka wê biparêzin”.
Û Mistefa tekez kir ku helwesta Amerîkayê “ nabe alîkar di anîna hêminî û aştî û aramiyê bo deverê, û dê bêserûberî berdewam bike.. vegera ji vê pêvajoyê pir giring e, ji ber ew binpêkirin e ji yasayên navdewletî re”.
Ev bersiva serokê Hevbendiyê bû, piştî imzakirina serokê Amerîkayê Donald Tramp li ser biryara danpêdana Amerîkayê bi serweriya Îsraîlê li ser bilindcihên Colana Sûrî ya ji sala 1967an de ji hêla Îsrayîlê ve dagîrkiriye.
Û biryara Tramp rastî karvedanin redkirin û pirotestokirinê ji aliyê dewletên cîhanê û Netewên Yekbûyî û dewletên erebî û her weha ji hêla emîndarê giştî yê komkara erebî ve hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî