Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa cext kir ku wê cihê Beşar Esed li hîç qonaxeke veguhêz nebe, û cext li ser giringiya sizadana wî wek tawanbarekî şer li pêşiya dadgeha tawanên navdewletî kir, li ser tawanên dirinde yên bi dirêjahiya heft salan di derheqê gelê Sûriyê de.
Mistefa di hevdîtinekê de ligel kenala “E’rebî 21” got ku “cihê siruştî yê Beşar Esed ne li pêşiya kamira û rojnamevanan û pirsên wan e, cihê wî li pişt qeyd û zincîrên zîndan û girtîgihan e, û divê ew cih cihê her tawankarekî şer be”.
Mistefa tekezî li ser berdewamiya şoreşa Sûriyê û dabînkirina armancên wê kir, yên ji vegerandina mafên sûriyan ên siroştî û avakirina desthilata azadiyê û dadperwerî û yeksaniyê û misogerkirina parvekirina desthilatê ya bi aştiyane pêktên.
Mistefa Pîtedana Hevbendiya Niştimanî bi çareseriya siyasî nîşan da, û dît ku pêvajoya siyasî daxwazên gelê Sûriyê dabîn dike û pêvajoya siyasî ya ligor biryarên NY û daxuyaniya Cenêv bi çareseriyeke cihê pesendkirinê dît.
Mistefa derbarê metirsiyên li ser şoreşê bal kişand ku îro çend pilan û piroje hene, û hin aliyê navdewletî hewl didin ku berjewendiyên xwe li ser pişta gelê Sûriyê pêk bînin, û tekez kir ku “em vê yekê qebûl nakin û dê li hember rawestin”, û got: ” berjewendiya rasteqîn ya dewletên cîhanê û herêmê di Sûriyayek azad û demokrat de ye, ya dûr ji sercem şêweyên destêwerdanên derekî”.
Serokê Hevbendiyê bi giranî rola tabûrên artêşa azad li başûr li hember sercem guvaş û tengaviyan bilind nirxand, û bal kişand ku şoreşger li dijberî komeke dijminan tên û di serî de li hember hêzên Rûsiya û rijêmê û milîsên terorîst yên Îranê û tevî rola dagîrkariya Îsraelê.
Mistefa derbarê karê dezgehên Hevbendiyê yên li navçeyên rizgarkirî bal kişand ku dema bê wê rêkarên başkirina rewşa sivîlan li wan navçeyan û nêzîkbûna xelkê û misogerkirina xizmetgozariyan li ber çav bê girtin, bi rêka dam û dezgehên xwe û hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî û yekîneya hemahengî û piştgiriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendî