Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilrehman Mistefa bêzarbûna xwe diyar kir beramber kirdeyên rêjîm di zindanan de derheqê girtiyan dike, û daxwaz jê kir ku zû tevbigere ji bo bihezarên girtiyan rizgar bike.
Mistefa got: “Li gor texmînên lêbûrîna navdewletî derdora 13 hezar girtî li zindana Seydnaya heta sala 2015an bidar vebûne, û ta niha veguhastina girtiyan bo wê zindanê û dadgehkirina leşkerî berdewam in, herwiha Netwên Yekgirtî û hemû dewlet berpirs in ku tawankariyên rêjîmê rawestînin û bihezarên girtiyan rizgar bikin.”
Berê jî Mistefa gotibû “cîhan nizane yan jî rijd e ku dojeha zindanên rêjîmê û bi taybetî ya Seydnaya piştguh bike, û got ku gerek bizav bibin bo êşkence û bidarvekirin û birçîkirina derheqê girtiyan dibe rawestînin. “
Û di heman mijarê de, Komîteya Vekolînên Navdewletî ya derbarê Sûriyê, daxwaz ji Esed kir ku sedemên mirina bihezarên girtiyan di girtîgehên xwe de diyar bike, her weha daxwaza eşkerekirina cihên veşartina termên wan kir, û pêkanîna dadpirsîneke bilez derbarê tavaya tewanan kir.
Her weha Komîteya Navdewletî got:”Tê texmînkirin ku piraniya mirina girtiyan di navendên girtinê yên hêzên ewlekariyê û yên artêşê de çêbûne , lê komîteyê ti cihek ku radestkirina terman an jî kelûpelên kesên mirî lê hatiye kirin belge nekiriye”, herwiha heman komîteyê di raportekê de sala 2016an ew yek tekez kiribû ku rejîma Beşar Esed berprs e di ber vê jînosaydê de ku mîna tawaneke li dijî mirovahiyê ye.
Human Rights Watch ji aliyê xwe ve bi çîroka rejîma Esed ya tê de gotibû ew qurbanî bi kirîza dil mirine razî nebibû, û daxwaz ji rejîma Esed kiribû ku bersiva gelek pirsên girêdayî çawaniya mirina girtiyan di nava zindanan de bide.
Herwiha Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan tekez kir ku rejîma Sûriyê berdewam e di girtina welatiyên sivîl de, û di raporta xwe ya dawî de belgeh kiriye ku di meha çirya Pêşîn de 306 kes hatine girtin, û diyar kir ku ew hêz siyaseta tinekirin û windakirina bi zorê ji destpêka Adara sala 2011an ve bikar tînin, û ev yek wek tawanên cengê yên ku yasayên navdewletî tekeziyê li ser wan dikin tê dîtin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.