Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa ligel komîta peywendiyên derve ya perlemanê Elmanî civiya û dosya tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed li dijî sivîlan pêk tîne û ya dawî operasiyona bombebarankirina Idlibê, û pêşveçûnên pirosesa siyasî gotşbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya dabînkirina parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî kir, û daxwaza piştgiriya peymana Idlibê ya agirbestê û parastina wê kir, tako tu qeyraneke mirovî ya nû çênebe, û xelk ber bi welatên derdorê penaber nebin.
Di hevdîtinên xwe de giringî da ewlehiya parêzgeha Idlibê, û got: ‘’li Idlibê bi tenê çar milyon sivîl dijîn nîvê wan ji yên bi kotekî derbider bûne, û hêj rêjîm di awayê xwe de berdewam e ‘’, û destnîşan kir ko ev awa ‘’nameyeke ji rêjîmê bo civaka navdewletî ko çare li dev wê çareseriyeke leşkerî ya xwîndar e ‘’ , û bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî piştgiriya bizavên şandyarê navnetewî Geir Pedersen dike bo cîbicîkirina tekûz û giştî ji hemû bendên biryara 2254 re, û got ku komîta destûrî bitenê dergehê pirosesa siyasî ye.
Û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî dixwaze bargehê xwe di heyva nîsanê de bibe hindirê Sûriyê, û got ku planeke kar ya nû li dev wan heye digel avakirina şêweyek nû ji desthilata Sûrî ya demkî re û aktîvkirina rola wê ta ko bikaribe karekî berfirehtir yê birêveberiya sivîl di hemû biwaran de bike.
Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya Elmanya kir li ser pêşwaziya wê ji penaberên Sûrî re her weha bizavên wê yên derkirina bîrdozan li dijî berpirsiyarên rêjîma Esed yên bi pêkanîna tawankariyên cengê li Sûriyê bo lêpirsînê tawanbarkirî ne, û nehêlana çi hewildanê ko wan ji sizayan rizgar bike.
Berpirsiyarên Elmanî gotin ku welatê wan berî pêkanîna çareseriyeke siyasî ya rastî li Sûriyê di çi pişgiriya abûrî an siyasî de bo dîsa-avakirinê an dosya vegerandina penaberan beşdar nabe, û piştgiriya Elmanya bo daxwazên miletê Sûrî bo azadî û dîmuqratiyetê dubare kir.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî