Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, bi alîkarê Cêgirê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo karûbarên Rojhilata Jêrîn û nûnerê taybet ji bo Sûriyê, Joel Raiborn re civiya, pêre pêşketinên dawî yên dosya Sûrî li ser herdu astên siyasî û meydanî gotûbêj kirin.
Mistefa, bi tevlîbûna serokê ofîsa têkeliyên derve Abdulahed Stêfo, got ku sebaret me tişta giring ji vekêşana hêzên Amerîkayê, ku divê vekêşan bi hevrêzkariya li gel dewleta hevalbenda me Tirkyê bibe, da ku rejîm yan Îran û yan Rûsiya û yan jî rêxistinên terorîst wê valahiyê danegirin.
Mistefa tekez kir ku Îran ji Sûriyê dernakeve bê cêbicêkirina biryarên Netewên Yekbûyî, û herwiha bal kişand ku rêxistinên terorîst bi piştgiriya rasterast ji aliyê rêjîmê û Îranê çêbûne.
Û got ku ligel hebûna rejîmê, em nikarin dijberiya terorîzmê bikin yan jî hêzên artêşa Îranê derêxin, divê çareseriyek siyasî hebe, û dest bi pêvajoyek siyasî ya berfireh bibe, û biryarên navnetewî yên taybet bêne cîbicîkirin”.
Mistefa tirsa xwe ji zehmetiya rizgarkirina hin deverên Sûriyê ji hejmongeriya rejîma Îranê nîşan da, ji ber dest pê kiriye ku bandora xwe li tevna civakî li hinek deverên Sûriyê dike, û dest bi bicihkirina hin yasayan bi rêya rejîma Esed kiriye, wek yasa milkan û yasa jimar 10 û guhertina demografî û hevwelatîbûn û belavkirina mezhebê şî’etiyê û avakirina Husêniyatan.
Ji aliyê xwe ve, Raiborn berdewamiya rêveberiya Amerîka li ser piştgiriya gelê Sûriyê ji bo bidesxtina azadiya xwe piştrast kir, û amaje bi hevahengî û hevkariya di navbera Wezareta Derve ya Amerîka û Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê, di hemû astan de kir.
Derbarê qonaxên dawî yên ji bo bidawîkirina nexşerêya Munbicê, Raiborn got ku ewlekariya sînorê tirkî-sûrî, pirseke sereke ye û divê bi rêya danûstandinan çareser bibe ne bi rêya çareseriyên leşkerî.
Raiborn, derbarê tewerên siyasî, yên di plana Amerîka de, diyar kir ku ti guhertin têde çênebûne, û hîn armanc têkşikandina çeteyên DAIŞ û kêmkirina rola Îranê di herêmê de û pêşvebirina pêvajoya siyasî ye, bi taybetî ligel destnîşankirina şanderê nû yê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê.
Sebaret bi asayîkirina têkiliyên hin welatên Erebî bi rejîma Esed re, Raiborn piştrast kir ku Amerîka têkilî bi Erebistana Siûdî û Misrê re kirine, û tekez kir ku dê çi têkiliyên wan bi rêjîmê re nebin û rêjîm di Komkara Erebî de qebûl nabe.
Serokê Hevbendiyê di dawiya hevdîtinê de cext li ser giringiya pêşvebirina pêvajoya siyasî kir, di çarçoveya daxuyaniya Cenevê û biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê