Piştî ko hêzên Esed derbasî Xûta rojhelat bûn çend sivîl ji nav wan jinek darda kirin, û bombebaraneke tund li derdorên bajarê Dûma bi çekên giran pêkanîn.
Çalakvanin xwecihî gotin ku milîtanên bi ser rêjîma Esed ve çar sivîl yek ji wan jin bû darda kirine, û jin ji bajarokên Kefer Betna û Seqba li Xûta rojhelat revandine piştî ko şervanên alayên şoreşger ber bi bakurê Sûrî ve derketin û milîtanên rêjîmê sivîl kontrol kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa got ku sivîlên xwestin li herêmên xwe bimînin û koçber nebin, zordariyê ji destê milîtanên bi ser rêjîmê ve dibînin.
Mistefa got ku nûçeyên ji herêmên Xûta rojhelat tên diyar dikin ko sivîlên ji bombebarana top û firokên rêjîmê û hevalbendên wê rizgar bûn di metirsiyê de ne, ji ber ku milîtanên rêjîmê di wan herêman de tawankariyên cengê pêktînin.
Serokê Hevbendiyê ji Encûmena ewlehiya navdewletî û ji rêkxistinên navdewletî daxwaz kir ko rêjîmê û milîtanên bi ser ve rêzê li yasaya navdewletî bigirin û parastina sivîlan dabîn bikin, ew sivîlên ko mana li şûnwaran ji derketina ji malên xwe baştir dîtin.
Berê jî milîtanên mezhebperest yên hevalbendên rêjîmê berî sê rojan dardakirinên meydanî derheqê 23 zilaman pêk anîne û 5 jin ji Kefer Betna revandine û 150 kes ji bajarokê Seqba ji nav wan jî birêveberê rêkxistina Elbeşair ya hawarhatinê dîl girtine.
Operasiyona koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî li Xûta rojhelat ya nuha mezintirîn operasiyon ji 2011 ve lê çêbûye, berê jî tawankariyên cengê derheqê sivîlan de bûne li ser destê rêjîmê û Rûsya bi operasiyonin leşkerî yên tund ko rêzê li yasaya navdewletî nagirin, û çekên kîmawî û fisfora spî û napalma sotandinê bikar anîne.
Berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko qurbaniyên operasiyona leşkerî heta 24ê adara nuha giha 1433 sivîlan, bêtir got ko rêjîm û rûsya û milîtanên Îranî çekên corbicor û ji wan jî yên qedexeya navdewletî bikar anîne.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî