Serokê Hevebnediya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilrehman Mistefa, berpirsiyariya bobelatên ko têne serê sivîlan li bakurê Sûriyê da ser milê hêzên Rûsî, û tekez kir ko tu kes ji Mosko pêve nikare operasiyonên bombebarankirina berdewam li ser xalên çavdêriya Tirkiyê pêk bîne.
Mistefa di daxuyaniyên taybet de, îro duşembê, bal kêşand ser ko rola rêjîma Esed di operasiyonên vê dawiyê de tenê cîbicîkirin e, û ev operasiyon ewlehî û aramiya çar milyon sivîl li herêma dorpêçkirî digel sînorê Tirkiyê amanc dike.
Mistefa got ku amancên operasiyona dawî ‘’aşkere bûne, û rola Rûsya bêtir xuya bûye, piştî ko xalên çavdêriya Tirkiyê hatin amanckirin, ‘’ û destnîşan kir ko bombebarankirina wan xalan tekez dike ko ew hewildanê dikin ji bo fişarê bidin ser Enqerê û peymana Idlibê têk bidin, peymana ko rê li ber agirbesteke tekûz li Sûriyê vedikir, da pirosesa siyasî bi çavdêriya Netewên Yekgirtî pêk bê.
Mistefa diyar kir ko operasiyonên leşkerî bûn sedema kuştina bi sedan ji sivîlan û bi hezaran birîndar bûne, hem bi sedhezaran ber bi herêmine bêtir ewle li ser sînorê Tirkiyê derbider bûne.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku Rûsya li dijî rola xwe li Encûmena ewlehiyê derdikeve, û bi rêjîma Esed re di pêkanîna tawanên cengê beşdar dibe, û helwesta rêjîmê di Encûmena ewlehiyê de xurt dike, ko çend cara Vîto bikar aniye, û ev gef e li ser aştî û ewlehiya navdewletî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimaî