Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mustefa, xweşhaliya xwe diyar dike bi encamên civîna karûbarê derve ya Yekîtiya Ewropî û daxuyaniya serpereştên koma heftan, û got ku goring e pirosêsa siyasî kartêker bibe bo bigehên çareseriyeke siyasî ko derdkêşana miletê Sûrî bi dawî bibe.
Mistefa tekez kir ko giring e ev daxwazên navdewletî berdewam bibin beraber tawankariyên rêjîma Esed û Rûsya û Îranê li Sûriyê, û sûde jê bête girtin bo destpêkirina pirosêseke siyasî ya rastîn, û dîtina çareseriyeke siyasî ko desteyeke veguhêz bêyî Beşar Elesed û hemû tawankarên cengê bête damezirandin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz li Sûriyê, wê milîtanên Îranî derxîne, û aramî li herêmê vegere, û rê bide penaberan ji bo li mal û milkên xwe vegerin.
Û Mistefa got ku tawankariyên rêjîmê û Rûsya derheqê sivîlan ji nav wan jî bikaranîna çekên kîmawî berdewam in , û ji civaka navdewletî tête xwestin ku bersiva van tawankariyan bi tundî bide, û bi tekûzî wan rawestîne, û agirbest feriz bibe, û dorpêç ji ser bajaran rabe û girtî bêne berdan.
Mistefa got ko ‘’pêdiviya me bi vegera li pirosêsa siyasî heye, û danûstandin li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 berdewam bibin, û tekez kir ko gerek Rûsya piştgiriya xwe ji rêjîma Esed re rawestîne, û nema karê Encûmena ewlehiyê têk bibe, û destnîşan kir ko Mosko berjewendiyên xwe bi tekûzî ber bi metirsiyê ve dibe eger wisa berdewam bike. ‘’
Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî û serpereştên koma heftdewletan, tekezî li ser misogerkirina veguhastina siyasî ya giştî li gora biryara 2254ê kirin, û bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîmê ve pirotesto kirin, û dibînin ko ew yasaya navdewletî û rûmeta mirovahiyê binpê dike.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî