Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê mamoste Ebdilrehman Mistefa xweşhaliya xwe bi encamên civîna çaralî ya ko roja şembiya bûrî li Istanbulê çêbû diyar kir, û dibîne ko ew encam pir giring bûn û mirov geşbîn dikin, derbarê bidawîkirina derdê miletê Sûrî û bidestxistina azadî û rûmetê.
Mistefa di daxuyaniyeke taybet de îro duşembê diyar kir ko’’ helwestên me wek hev derketin‘’ li gora encamên civînê û bi taybetî tekezkirina danîna komîta destûrê berî dawiya vê sale, û bal kişand ko ew dê fişarê bide ser rêjîma Esed yê ko rola netewên yekgirtî di komîtê de red dike.
Destnîşan kir ko Hevbendiya niştimanî beşdarî nerîna herçar dewletan dibe li ser tekezkirina cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û piştgiriya peymana Idlib dibe, û hewil dide wê bipêş ve bixe tako agirbesta giştî li hemû deverên welat pêk were.
Got: ‘’ Em bi giringî li xala dûmahiyê ya daxuyaniya civîna çaralî ya derbarê vegera penaberan dinerin‘’, û got: ‘’em dibêjin giring e ew veger jixwede be, li gor zemîneke aram li gora yasaya navdewletî û bi beşdarbûna netewên yekgirtî bi rêya nûnerîtiya bala ya penaberan jê re peyda bibe. ‘’
Û got: “Du endamên Astane û du endam ji koma navdewletî ya piçûk di civîna çaralî beşdar bûne”, Ew lihevkirina giring ya herdu koman derbarê kêşeyên bingehîn yên bi kêşeya Sûriyê ve têkildar nîşana hevkokiyek baş e, û ew dê pirosêsa siyasî jî bi pêş ve bibe.
Daxwaz kir ko bêtir fişarê bide ser rêjîmê ji bo binpêkirinên peymana Idlibê rawestîne, û nehêlin çi operasiyonên bombebarana nû ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî ve çêbibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê Ya Hevbendiya Niştimanî