Mitran û serekên dêrên filehan li Cizîrê û Firatê diyar kirin ku “kiryarên milîsên PYD” dibin gef li ser hebûna wan li herêmê, û bi her awayekî êrîşên li ser dibistan û milk û taxên xwe şermezar kirin.
Ev yek hat di daxuyaniyekê de, piştî lidarxistina civînekê li roja şemiyê, li dêra Suryanên Orthodox li Qamişlo ji aliyê mitran û keşe û serekên dêrên filehan li Cizîrê û Firatê.
Daxuyaniyê diyar kir ku civîn hat lidarxistin ji ber êrîşên cuda cuda yên li ser mafên filehan û milk û mal û gundên wan ji aliyê “milîsên PYD”, zêdebarî kiryarên wan ên xwestina derxistina ruxsetan û ferzkirina rêbazên îdeolojîk li ser xwendingehan.
Keşe û serokên dêran bi her awayekî her destêwerdanek û destdirêjiyek li ser mafên Filehan bi carekî red kirin, tevlî redkirina hewldanên ji bo sepandina ruxset û rêbazên xwe li ser dibistanên dêran, û bal kişandin ku wan mafê “destûriya rewa û qanûnî heye, û gelek nifiş ji hemû pêkhateyan ji van dibistanan derçûne, û gelek xizmet ji Sûriyên parêzgeha Hisiçayê re hatine pêşkêşkirin”.
Û cext kirin ku giringiya wan xwendingehan ne kêmî giringiya dêran e, û daxistina wan xwendingehan bi peyameke metirsîdar li dijî hebûna Xiristiyanan li herêmê dîtin.
Wan daxwaz ji hemû aliyan kir bi pêdiviya rêzê li mafên filehan bigirin, û dîtin ku ew dibistan û zevî û milk bi ked û xwehdana xudanên wan yên rasteqîn hatine kirîn, lê ji ber rewşa şer ya dijwar bi dirêjahiya çend salan ji welatê xwe koçber bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê