Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî, Dîma Mûsa, xweşhaliya xwe diyar kir bi bizavên Kiwêt û Elmanya û Belcîka û endamên encûmena ewlehiyê, ji bo pêşkêşkirina wan ji pirojeyê biryara bi amanca parastina bi milyonan sivîl li Idlibê piştî operasiyona leşkerî ya rêjîmê û Rûsya.
Mûsa di daxuyaniyên taybet de, evro înê, tekez kir ko hêzên rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsya û Îranê di pêkanîna tawanên cengê de berdewam in, û ev binpêkirine ji yasaya navdewletî re, dema bimebest sivîlan û bargehên sivîl bi behaneya cenga li dijî terorê amanc dikin.
Mûsa diyar kir ko pirojeyê biryarê daxwaz dike ‘’pabendî bi yasayên navdewletî bibe, ji wan jî yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan, û dibêje şerê li dijî terorê aliyan ji pabendiyên wan bi wan yasayan bêrî nake. ‘’
Mûsa got: ‘’Vê biryarê rêjîm asteng kir, lewra Rûsya ew red kir, ji ber hewil da zimanekê mîna ya biryara encûmena ewlehiyê ya hejmar 2401 bikar bîne, ya Rûsya vê dawiyê ew wek delîve û ruhniya kesk dît ji bo pêkanîna operasiyonên leşkerî yên sivîl li Xûta Rojhelat amanc kirine, berî ko bi sedhezaran ji xelkên wê koçber bikin. ‘’
Bêtir got: ‘’Em xweşhal in bi bizavên dewletên endam yên piştgiriya pirojeyê biryarê kirin, herweha yên mixabinî diyar kirin ji ber ku nikarîbûn biryarê li ser bidin, di dema piştguhkirina giyanên mirovan û yasayên navdewletî û piçûktirîn fakterên rûmeta mirovî.‘’
Bal kêşand ser ku ‘’Ne tiştek nû ye dema nûnerê rêjîmeke wisa êrîş bike, û tohmetan bi dewletên endam yên piroje erê kirin veke ‘’. Wek amajepêdana bersiva nûnerê rêjîmê ji nûnerê herdemî yê Kiwêtê birêz Mensûr Eluteybî re, yê mixabiniya xwe diyar kir, piştî ko encûmen di pesendkirina biryardanê de têk çû.
Mûsa got: ‘’Bersiva nûnerê rêjîmê mîna tiştê ji rêjîmê têne texmînkirin ne, ko herdem dixwaze tawanên xwe binixumîne. ‘’
Û got: Berê me gotiye, û dîsa em dibêjin, em yên berevaniya miletê Sûrî dikin û yên li himber hewildanên rêjîmê bo têkbirina pirosesa siyasî û hemû yasayên navdewletî û rûmeta mirovî, jibîr nakin.
Her weha got ku helwesta kiwêt û dewletine din ên endamên encûmena ewlehiyê, tîne bîra miletê Sûrî ko hêj hevalên wî hene, û bi mafên wî re ne, di sistemeke cîhanî de ko xuyaye têk çûye û nema dikare aştî û ewlehiya navdewletî biparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî