Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreû û Rikberiya Sûriyê, Ebdirehman Mustefa, dît ku yekkirina rêveberiya deriyên sînorî yên di navçeya Dir’i Elfurat de ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûrî ve gaveke erênî ye ber bi avakirina Sûriyeke nû, û Mustefa dît ku ew gaveke giring e ber bi sazîkirina dewletê de .
Û cîgirê serok got ku hemû dahatiyên deriyên sînorî wê di xezînakê de kom bibin û di bin destê Hikûmeta Demkî de bin, û bal kişand ser ku ev dê wek bingehekê be ji bo yekîtiyin berfirehtir re.
Û Mustefa got ku hemû dahatiyên deriyên sînorî yên ku di xezînê de kom bûne, wê bi şêweyekî dadmend li ser Hikûmeta Demkî û encûmenên xecihî û Artêşa Azad belav bibin, da ku têkevin xizmeta çêkirina pirojeyên xizmetguzarî û geşepêdanê, ji bo bercewendiya gelê Sûriyê.
Û Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku, ew lihevkirina li ser yekirina deriyên sînorî û danîna pilanekê da yekîneyên leşkerî bibin artêşeke niştimanî ya ji feyleq û alayan pêk bê li ser du qonaxan, ew gaveke giring e û pêwîst e ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya rasteqîn.
Û daxuyaniyê tekezî li ser karê hemû hêzên kartêker kir ji bo pêkanîna hemû xalên lihevkirinê, li gor qonaxên ku tê de lihevkirin çêbûye, û Hevbendiyê hêviya xwe ji bo hevkariya hemû hêzên şoreşa Sûriyê û dostên gelê Sûriyê ji bo piştgiriya vê lihevkirinê û pêkanîna hemû xalên wê li gor qonaxên ku têde lihevkirin çêbûye diyar kir.
Û ev lihevkirin di dawiya civînin giring de û bi amadebûna cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdurehman Mustefa û nûnerên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û berpirsên wezareta berevaniyê û serkirdeyên yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad û nûnerin ji Hikûmeta Tirkiyê çêbibû.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî