Enes Ele’bide, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, namayek bilez şand ji wezîrên derve yên Girûpa Navdewletî ya piştgiriya Sûriyê re, li ser baredoxên mirovî yên xirab li bajarê Dareya li gundewarê Şamê, ya dorpêçkirî ye û berdewam bi awayekî koranaî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê ve tê bombebarankirin.
Ku raportên ji bajarê Dareya tên, amaje dikin ku navçeyên nişteciyan û zeviyên Dareya bi nêzîkî 8922 bermîlên teqîner hatiye bbebarankirin, û ji wan 218 bermîl yên napalim in, herwiha ku take nexweşxaneya Dareya hat topbarandin û jikar ket, bi vê yekê xelkê bajêr hatin bêparkirin ji hemû jêderên jiyanê.
Ev yek tê digel derbasbûna çar salan li ser komelkujiya Dareya ya li 25’ê tebaxa 2012 an ku têde zêdetir ji 500 sivîlî şehîd ket, û hin kesên hatin rizgarkirin, rûdanên bi tirs digotin ku digehêjin asta tawanên şer, yên rêjîmê li dijî sivîlan ji jin û mêran û bi biçûk û mezinan pêk anîn, tev ji bona vemirandina agirê şoreşê ya xelkê vêxistî ji bona bidestxistina azadî û rûmetiya xwe.
Ele’bide di nameya xwe de got ku “hewlên kirêt yên rêjîmê û hevalbendên wê ji bombebarankirin û kuştin û eşkencedan û birçîkirina xelkê Dareya ji bona şikandina îradeya wan, bi awayekî eşkere li dijî biryarên navdewletî tên, tevî biryara 2254 ya li sala 2015 an û biryara 2268 ya li sala 2016 an, yên ku têde pabendî hat kirin ji bona rawestandina karên dijminkarî û rakirina dorpêçkirinê li ser bajar û bajarokan û gihandina alîkariyên mirovî”.
Ele’bide bal kişand ku biryara dawiyê ya NY ya derbarê helawîstina wê ji erkên tîma xwe ya mirovî re, kolmeka dijwar bû û têde hêviyên bi hezaran sivîlên dorpêçkirî yên li hêviya alîkariya bûn hatin şikandin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya sekinandina karê tîma mirovî ya cihê daxê ye, xist di stûyê rêjîma Esed de, û daxwaza destnîşankirin û dadgehkirina berpirsên bikaranîna çekên qedexekirî û berpirsên qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî bo Dareya û tevaya navçeyan bi awayekî eşkere kir.
Ele’bide daxwaza standina pêgavên giring û vebir ji bona rawestandina êrîşên hovane yên li ser sivîlên Dareya dibin, ji Girûpa Navdewletî ya piştgiriya Sûriyê kir, û herwiha daxwaza neçarkirina rêjîma Esed ji bona gihandina alîkariyên mirovî û dermanan ji sivîlan re bi awayekî bilez û bê astengî.
Ele’bide daxwaza lêkolînê kir di bikaranîna rêjîmê ji bombeyên napalim re, û daxwaza cêbicêkirina bilez ya biryarên encûmena asayîşê nemaze herdu biryarên 2254 û 2268 kir, hevdem tekezî li ser pêdagiriyê li ser bajarê Dareya kir, ya ku bûye mîna sîmbola şoreşa Sûriyê û xwepêşandanên aştiyane her ji destpêka şoreşê ve.
Jêder: Hevbendî