Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistrfa nameyek şand ji wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîs Oglo re, û têde behsa binpêkirinên rijêma Esed û Rûsiya yên li dijî sivîlên gundewarê bakurê Himusê û başûrê Hemayê kiriye.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku fişaran bêxe li ser Rûsiya ji bo rawestandina tawanên li dijî sivîlên navçeyê, û di nameya xwe de gotiye: “em daxwaza şandina yadeştnameyeke nerazîbûnê ji Rûsiya re ligor naveroka nameya xwe ya derbirîna helwesta me bike dikin, ji ber ku tawanên hêzên wê, li navenda pêkanîna aştiyê li navçeya bakurê Himusê li gor rêkeftina Astana, dibe binpêkirineke xuya ji wê rêkeftinê û têgihiştinên li ser ava bûne re “, û cext li ser giringiya neçarkirina Rijêmê û hêzên piştevanên wê li ser cêbicêkirina rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê” û rawestandina bilez ya sercem êrîşên esmanî û bejayî kiriye.
Mistefa bal kişand ku oparesyona leşkerî ya li ser bajar û bajarokên gundewarên bakurê Himusê û başûrê Hemayê, hevdem tên ligel hewlên efserên binkê Himêmîm, ji bo sepandina rêkeftineke ji aliyekî ve li ser navçeya gundewarê bakurê Himusê, da bibe sedema xweradestkirina xelkê navçeyê û koçberkirina wan wek heman kiryarên li navçeyên din yên Sûriyê. Û serokê Hevbendiya Niştimanî ev yek “bi beruvajî rêkeftina Astana û gefek ji bo têkşikandina wê dît, ji ber paşguhxistina Rûsiya ji bend û naveroka wê re, û bi taybetî ji tikesta derbarê gundewarê bakurê Himusê ku ew wek duwem navçeya kêmkirina tundutîjiyê pesend kiriye”.
Mistefa cext kir ku reftarên Rijêmê û hevalbendên wê Rûsiya û Îran yên li gundewarê bakurê Himusê pêrew dike, bi wêrankirina nexweşxane û jêrxaneya bingehîn û armanckirina sivîlan, bi tawaneke şer ligor bendên 6 û 7 û 8 yên ji zagona Roma ya serekî têne pejirandin, û herwiha binpêkirin e ji mada 49 ya çaremîn rêkeftina Cenêvê û mada 2 ji rêkeftina NY ya ji bo qedexekirina tawana cînosaîdê, û herwiha beruvajî biryarên komeleya giştî ya NY û konseya ewlekariyê nemaza biryara 2336 ya “rêkeftina Enqera” ji bo agirbestê ya bi çavdêriya Rûsiya û Tirkiyê li 30.12.2016an amzekirî, û herwiha beruvajî sercem biryarên pêwendîdar e.
Û herwiha tekezî kir li ser giringiya kartêkerkirina mîkanîzmên çavdêrî û dadpirsînê ji bo misogerkirina bicihkirina agirbestê bi awayekî giştgîr, da rê bi carekî li pêşiya binpêkirinan bête girtin, û daxwaz ji Mosko kir ku dest ji hewlên rêkeftinên tekalî li gundewarê bakurê Himusê berde, û herwiha pabendiya xwe bi rêkeftina Astana ya ji bo kêmkirina tundutîjiyê li bakurê Himusê yê di çarçoveya navçeyên rêkeftinê de tekez bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî