Berpirsê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Miwefiq Nêrebiyê, diyar kir ku pêwîst e agirbest tevahiya xaka Sûriyê li xwe bigire ji bilî navçeyên dibin destê rêxistina DAIŞê de.
Miwefiq Nêrebiyê endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, got ku şanda opozisyinê ya li “Astana” cext kir li ser redkirina wê yekê ku Îran bibe dewletek gerantîkar ji çi rêkeftineka hebe re, tevî redkirina gengeşekirina agirbestê bi tenê bê gengeşekirina aliyê siyasî.
Nêrebiyê îro hevdem ligel destpêkirina civîna Astana, di daxuyaniyek taybet de, bal kişand ser redkirina armanckirina sivîlan di bin çi behane û hicetê de, û dît ku ew yek “ tawana şer e, û kesê dike, ligor yasa navdewletî û yasa navdewletî ya mirovahî siza dibe”.
Herwiha serokê şanda opozisyonê li kongirê Astana Mihemed Alûş, îro di destpêka civîna Astana de gotibû ku çareseriya siyasî li Sûriyê ” bi barkirina Bişar Esed û desteka deshilatdar û derxistina çete û hêzên biyanî yên ser bi Îranê ve dest pê dike “, û gotibû: “Em nehatine Astana ji bo em desthilatê bi rêjîmê re dabeş bikin yan jî em dest deynin ser deveran “.
Herwiha Nêrebiyê tekezî li ser giringiya derbaskirina alîkariyan bi berdewamî bo sercem navçeyên dorpêçkirî kir, û herwiha amadekarî bibin ji bo rakirina dorpêçê bi yekcarî, û daxwaza tevlîkirina herdu doseyên girtiyan û koçbariya neçarî kir, ji ber ku herdu kiryar dibin binpêkirin ji agirbestê re.
Û dubare tekezî li ser giringiya drxistina sercem milîsên mezhebperist û terorîst yên bi pereyên Îranê derbasî Sûriyê bûne kir, ji ber ku ew ji derveyê yasayê ne, û berpirs in di ber pêkanîna binpêkirin û tawanên şer de.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê