Serokê Şanda miletê Sûrî ji bo Cinêvê Nesir Elherîrî got ko sîsika hemû biryarên navnetewî veguhastina siyasî y, û ew mijara yekem e ya ko gerek gotûbêj bibe.
Elherîrî di kongirê rojnamevanî de yê li paş rûniştina destpêkê, bal kişand ser ko nuha gog li aliyê şandyarê navnatewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora û Netewên Yekbûyî ye, ko bi rola xwe ya erênî wek aliyekî piştgir ji danûstandinan re rabin .
Elherîrî tekezî li ser wê yekê kir ku şandyarê navnetewî gerek “bi xala sereke ya vê gerê pabend be, ku ew jî veguhastina siyasî ya rastyeqîne li Sûriyê ye”. Bêtir got ku “biryara 1254ê dibêje: Sûrî ew ê nûnerên xwe destnîşan bikin, û Sûriyan li ser şanda Desteya bala ya danûstandinan li hev kirine ”.
Elherîrî bêdengiya civaka navdewletî beramber tawanên rojane yên ko ji şeş salan ve dijî miletê Sûrî têne kirin rexne kir, û tekez kir ko rêjîm xema sedhezaran kuştî û birîndar û koçberan, çi yên opozisyon an ên alîgirên wî bin naxwe, tenê li mana xwe û çawa desthilata xwe biparêze digere.
Û li ser rola neyînî ya Rûsya û Îranê axivî. Elherîrî got ku Mosko dixwaze li biryarên navdewletî bizîvire, û hêj hewil dide wêneyê opozisyonê bişêwîne, hem jî berdewam piştgiriya rêjîmê dike, û bêtir got ko Rûsya di kontrolkirina rêjîmê de an milîtanên li gel wê şar dikin têkçû.
Li ser Îranê û têwerdana wê ya aşkere di Sûriyê de. serokê şanda opozisyonê got ku hêj Tehran astenga herî mezin e di rûyê lihevkirina siyasî li herêmê. û got ku Tehran rewşa sûrî di warê siyasî, leşkerî û ewlekarî ji bo bercewendiya xwe bikar anî, û bi dehhezaran şervanên mezhebperest li Sûriyê belav kirine.
Elherîrî daxwaza bizaveke navdewletî ya rastîn kir, û doz kir ko Waşinton têwerdaneke erênî bike tako rola Îranê û milîtanên wê yên mezhebperest bidawî bike, û bigihên çareserkirineke siyasî ya dadane li Sûriyê, ya ko miletê wê ji salan ve derdê hemû cûreyên zordariyê dikîşîne.
Û derbarê çarenivîsa serê rêjîmê Elherîrî got ko “Nabe ko Beşar Elesed di desthilatê de bimîne. Lê tenê ew kare bimîne eger miletê Sûrî bêjin erê. ev jî ticarê nabe, çimkî rêjîm ji destpêka şoreşê de heta roja îro miletê bêguneh dikuje û koçber dike”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî