Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf bi amadebûna sikirtêrê giştî Dr. Nezîr Elhekîm û endamên desteya siyasî, pêşwaziya Mîşîl Nesîr berpirsê pirogramê Sûriyê li Encûmena Dêrên Cîhanê ya ku navenda wê li Cinêvê ye kir.
Ev hevdîtin dikeve di çarçova diyaloga Sûrî Sûrî de ya ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hatiye pêşniyarkirin ji bo pêkanîna hevpeyvînan di navbera kesayetiyên misilman û xiristiyan de, bi armanca berferhkirina pêvajoyên aştiyê bi tevlîkirina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, ya ku Encûmena Dêran kar ji bo pirojeyekî hevşêweyê wî dike.
Nesîr li ser rola Encûmena Dêrên Cîhanê axivî, ya ji bo tevlîbûna xiristiyanên rojhilat ligel pêkhateyên din di guhertin û bizavên destpêşxeriyan de, û avakirina civakên demokrat ku sercem welatî têde hest bi yeksanî û azadiyê û rûmeta mirovî bikin ji bo pêkanîna dadperweriya civakî ya ku aştî bi rêka wê bi tenê pêk tê .
Nesîr amaje kir ku armanca Encûmena Dêran berdewamiya vê diyalogê û biserketina wê û bibandorkirina wê ye, û tekez kir ku wan bi rêka Hevbendiya Niştimanî û hin endamên desteya bilind ya danustandinan karîn têkiliyan ligel aliyin mezin bikin, û pêvajoya karê wan bi NY re hate girêdan.
Nesîr cext li ser giringiya rola ayînan ji bo rizgarkirina xelkê ji rewşa xwevegirtin û jihevdûrbûnê kir, û bal kişand ku bingeha hevrikiyê li Sûriya û navçeyê siyasî ye û ne olî ye.
Ji aliyê xwe ve, serokê Hevbendiyê Riyad Sêf dît ku çareseriya sercem kêşeyên navçeyê bi giştî wê tenê bi rêka demokrasiyê bibe, û demokrasiyet gerantî ye ji bo çareserkirina arîşeyên siyasî û netewî û olî.
Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Dr. Nezîr Elhekîm di dawiya hevdîtinê de bal kişand ser rola aqilmendên herdu aliyan ji bo dûrxistina navçeyê ji agirê olperistiyê ya ji aliyê rijêman ve hatiye çandin, û Elhekîm zêdetir got ku erkê me ye em stema civakî li nav civaka Sûrî rawestînin, û got ku yekrêziya sercem pêkhateyên Sûriyê di vê qonaxê de pêwîst e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî