Monday, 02 December 2019 15:01

Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Damezirandina Encumana Revenda Sûrî li Orfayê Dike

Hevrêzkarê revendan di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, birêz Yihya Mektebî, serdana bajarê Orfayê yê Tirkyê kir, serdana wî 5 rojan berdewam kir, têde hejmarek ji kesayetî û rûsipî û çalakvanên civaka Sûrî dîtin, bi armanca damezirandina encumena revenda Sûrî li bajêr.

Ev serdan wek beşekî ji pilana ofîsa revendan a Hevbendiya Niştimanî ye, ji bo handana li ser çêkirina encumanên revendan li tevahiya bajar û welatên ku sûrî lê hene, wek piransîba giringiya rêxistinkirina karê revendên sûrî û rola wan a giring û bibandor di vê qonaxê û paşerroja sûryê de.

Û ramana damezirandina encumana revendê li bajarê “Orfa” cihê rizamendiya pêkhateyên corbecor ên civaka gelê sûrî bû, wek hewildanekê da bibe mala mezin a tevaya Sûriyan, dûrî cudakirina idyolocî û regezî an jî pîşeyî.

Û Mektebî tekezî kir li ser giringiya ku revend kar ji bo vejandina giyanê hevkarî û peywendiyan di nav Sûriyan de bike, her weha mukumkirina biratî û hevaltiyê di na sûrî û tirkan de, di riya çalakî û karên civakî û rewşenbîrî yê corbecor.

Û Mektebî beşdarî di vexwendineke xwarina şîvê ya hoza “Igêdat” de kir, li bo rêzgirtina waliyê Orfayê birêz Abdullah Arîn hatibû pêkanîn, li gel hejmarek ji berpirsên mezin ên ofîsa walî, her weha kesayetiyin sûrî û tirk ên Orfayê jî beşdar bûn, têde behsa rewşa sûriyên li wî bajarî û arîşe û astengiyên tên pêşiya wan û çawaniya dabînkirina hêsankariyan ji wan re û çareserkirina rewşa wan a yasayî hat kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Damezirandina Encumana Revenda Sûrî li Orfayê Dike