Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, peyamek ji 26 welatên dostên gelê Sûriyê re şand, her weha ji Rêxistina Hevkariya Îslamî û Rêxistina Hevkariya Kendavê û Komkara Erebî re, derbarê komkujiyên li dijî sivîlan li Idlib û Hema dibin, ji ber operasyonên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsya her ji meha gulanê de.
Abda, di destpêka nameya xwe de nivîsand: “Ji we re dinivîsim .. ji bo bala we bikişînim li ser rewşa trajîk ya li ser erdê li parêzgeha Hema û Idlibê”, û bal kişand ku êrîşên hovane yên pêktên, dibin sedema kuştin û birîndarbûna bi hezaran, û wêrankirina bi sedan dezgehên girîng weke dibistan, cihên pîroz, bazar, dezgehên pizişkî û navendên Parastina Sivîl.
Wî tekez kir ku ev tawan dikevin di çarçoveya tawanên şer de, û civaka navnetewî bi berpirsyar li hember berdewamiya wan dît û got: ” Qurbaniyên van êrîşan netenê qurbaniyên rejîma Esed û hevalbendên wê ne, belê hevdem ew qurbaniyên sersarî û bêdengiya civaka navdewletî ne jî”.
Abda di nameya xwe de bal kişand ku rejîma Esed û hevalbendên xwe “dê berdewam bimînin li ser siyasetên xwe, û hemû bijardeyan red bikin, û tenê siyaseta qirkirinê û kuştina her dijberekî rejîma Esed hilbijêrin”, û daxwaz ji civaka navnetewî kir ku li berpirsiyariya xwe li hember van komkujiyên berdewam xwedî derkeve, û cext kir ku NY û civaka navdewletî “dikarin, û neçar in, van tawanan bidawî bikin”.
Herwiha da zanîn ku berdewamiya van tawanan tê bi armanca “jinavbirina hewldanên cidî û berpirsyar” yên ji bo proseya siyasî ya di bin çavdêriya NY de li gor biryarên taybet û di nav de biryara hejmar 2254 ya Encûmena Ewlehkariya Navnetewî.
Abda hişyarî da li ser berdewamiya “komkujiyan” li deşta Idlib û Hemayê ji ber hebûna bêtir ji 4 milyon welatiyên sivîl, ji xelkên koçber û derbider, û got ku berdewamiya oparesyona leşkerî li dijî herêmê wê bibe “gefek ji bo peydabûna pêleke koçberiya girseyî ber bi derveyî sînorên Sûriyê de”.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de daxwaz ji hikûmetên wan welatan kir, ji bo bizavê bikin û bi zutirîn dem têkiliyan bikin ji bo çareserkirina “rewşa aloz”ya li Idlib û Hemayê, û got: “Em pişta xwe bi niyeta we ya paqij û bizavên hikûmetên we girê didin”, û daxwaza agirbesteke sertaserî û dabînkirina alîkarîyên mirovîn kir, di nav de destpêkirina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo saziyên tendurustî û alîkariya gelê sûrî ji bo bidestxistina azadî, dadwerî û rûmeta xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî