Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilbasit Hemo, tekez kir ko rêjîma Esed bi beşdariya li gel milîtanên pasvanên şoreşgerî yên Îranî û milîtanên hizbullah derdê miletê Sûrî bêtir dike, û got ku vegerandina ewlehî û aramiyê tenê bi çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê ye.
Hemo di daxuyaniyine taybet de evro pêncşembê bal kişand ser ko rêjîmê rêkxistinên di lîsta tiroristiya cîhanî bikar anîne, û tawankariyên cengê bi alîkariya wan pêk anîne, bi amanca desthilatdariya xwe biparêze, û diktatorî û zordariya wî berdewam be.
Bêtir got qeyrana sotemeniyê li herêmên kontrola rêjîmê û qeyranên din yên li pey bên berpirsiyariya wan rêjîm hiltîne, û tekez kir ko rewş li Sûriyê wê her li paş bikeve, eger rêjîma Esed berdewam be û li gel rêxistinê terrorist kar bike.
Cîgirê serokê Hevbendiyê got: ‘’ Sûriya dê mafên xwe bi çûna rêjîmê bidest bixe‘’ , û got ku Sûriya nikare sûdeyê ji samanên xwe wergire, her weha ew nikare heyberan ji derve bîne bi sedema sizayan li ser rêjîmê ya ko tawankariyên cengê kirine.
Destnîşan kir ko têkçûna Daiş ya ko piraniya bîrên petrolê li rojhelatê welat kontrol dikir bandoreke wê ya mezin hebû, çimkî sotemenî dida rêjîmê û ew yek ji sedemên qeyrana nuha ye, û ew nîşaneke din e ko peywendiyeke xurt û bazirganî jî herdu alî digehandine hev.
Û got ku qeyrana nuha ya sotemeniyê û wêneyên diltezîn yên ji herêmên kontrola rêjîmê tên, tekez dikin ko çi karînên rêkxistinî li bal rêjîmê tune ne ko penaberên Sûrî li Libnanê û yên li welatên din bihewîne.
Û weha jî got: “ Tişta li ser xakê diyar dike ku milmilaneyeke rastî di nav Rûsiya û Îranê de heye”, û got ku nakokiyek di nav hêzên derekî di hundirê rijêmê de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî