Endamên ofîsa têkiliyên derve, di hevdîtinekê de ligel serokê nivîsîngeha Sûriyê ya wezareta derve ya Birêtaniya David Aşlî, dawîtirîn pêşdeçûnên meydanî û kiriyarên koçberkirina berfereh ya sivîlan gengeşea kirin, û tevlî gengeşekirina asoyên piroseya siyasî û rêkarên pêşvebirina wê.
Û serokê ofîsa têkiliyan Ebdulwahid Stêfo, tekez kir ku civaka navdewletî hîç mîkanîzmek nîne li ser dadgehkirina Rijêmê li hember tawanên şer yên pêktîne, û ji ber vê tawan dubare dibin û bobilata mirovî ya li ser sivîlan xirabtir dibe.
Û bal kişand ku bi awayekî rasteqîn piştgiriya mafên gelê Sûriyê ji aliyê dostên wê nehatiye kirin, berovajî piştgiriya hevalbendên Rijêmê jê re, û ev yek bi fakterê zêdebûna çarçoveyê tawanên şer, û jidestdana parastina sivîlan piştî lawazkirina artêşa azad dît.
Derbarê pirosêsa siyasî, kombûyan bal kişand li ser giringiya misogerkirina rêveçûna pirosêsa siyasî li ser riya wê ya rast, ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û peydakirina seqayekî aram û dariştina destûreke nû û encamdana helbijartinan, û cext kirin ku zehmet e ev yek bibe bi sedema nebûna çi fişaran li ser Rijêmê.
Herwiha behsa rewşa rojeva bajarê Afrînê û pêşhatên dawî û vegera xelkê wê bo cih û warê xwe hat kirin, û serokê ofîsê Ebdulwahid Stêfo diyar kir ku mînên hatîn çandin ji aliyê milîsên “PYD”ê berî derkevin, dibe take rêgir li pêşiya vegera xelkê navçeyê, û ev yek heman arîşe bû li pêşiya vegera sivîlan li navçeyên rêxistina DAIŞ’ê.
Û kombûyan tekezî li ser giringiya peydakirina derfetan li pêşiya dubarekirina jiyana medenî û karê rêxistinên civaka sivîl û dirustkirina encûmeneke xwecihî bo rêveberiya navçeyê kirin.
Û endamê ofîsa têkiliyan bal kişand li ser giringiya kar bi hikûmeta demkî bê spartin, ji ber ku ezmûna wê ya berê di rêvebirina çend navçeyan û dabîkirina xizmetgozariyan û avakirina pirojeyên xizmetgozariya sivîlan û dubarekirina seqamgeriyê de heye. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî