Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û dezgehên navdewletî û yên hawarçûnê kir, ji bo bidehhezaran koçber û awareyên li kampên bakurê Sûriyê rizgar bikin, ewên rastî bahozeke baranê di van herdû rojên derbasbûyî de hatibûn.
Hin çalakvanên deverê gotin ku bi sedema barana zêde; lehî rabû, û av derbasî nava kampên Gundewarê Heleb û Idlibê bû, ew kampa koçber û awareyên ku bi zorê li ser destê rejîmê ji deverên cuda yên Sûriyê koçber bûne dihewîne, û destnîşan kir ku piraniya xelkên van kampan neçar bûn ku ji çadirên xwe derkevin, ji ber ava zêde ya ku derbasî kampê û çadirên wan bûye.
Hin medyaya xwecihî ji ser zarê yek ji awareyan veguhestiye ku rewş her ku diçe zehmetir dibe, bi sedema berdewamiya barîna baranê, û lê zêde kir ku li wê deverê bi dehan malbat bê cih li çolan mane, û li hêviya alîkariya tîmên bergriya şaristanî û rêxistinên mirovî û yên hawarhatinê ne.
Her yek ji Idlib û Gundewarê Helebê yê Bakur, tenê ew cihên ku xelkên bi zorê li ser destê rejîma Esed hatine koçberkirin berê xwe didinê, û li gor serjimêriyîn “Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li bakurê Sûriyê” ev dever derdora 1039 kampan li xwe digre, ku 133 kamp bi awayek bêserûber hatine avakirin.
Herwiha wê tîmê daxwaz ji tevahiya rêxistin û desteyên mirovî yên li bakurê Sûriyê kir, ku tevahiya tîmên xwe yên xwebexş û hawarçûnê bixne amadebaşiyê, û bi hewara kampên di navbera otostrada Bab El-Hewa û Meret El-Numan ve biçin, ji ber lehiyê û binavbûna hejmareke zêde ya çadiran û zehmetiya pêwendiya ligel deverên derdora kampan.
Hevdem Bergiriya şaristanî ya Sûriyê rewşa amadebaşiyê ragiahnd, û tevahiya endamên xwe xistin rewşa amadebaşiyê, û di daxuyaniyekê de got ku ev yek hate kirin li ser daxwaza bangewaziyên ji xelkê kampan yên ji wan re hatibû, da ku hinekî rewşa wan ya zehmet ya ji encama barîna baraneke zêde û rabûna lehiyê xerab bûye, û hejmareke kamp binav bûne, sivik bikin,.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.