Qeralê Erebistana Siûdî, qeral Selman Bin Ebduêezîz Al Siûd, bexşîneke qeralî di rêya komîta bala ya hecê re ji bo hecacên Sûrî pêşkêş kir, ew bexşîn têra mesrefa heca 200 kesî dike.
Bexşîneya qeralî ji bo beşin berfireh ji civaka Sûrî ji zanyarên olî û kesayetiyên niştimanperwer, çalakvan, rojnamevan, karmendên biwara berevaniya sivîl, rêkxistinên mafên mirovan û mirovên şehîd û girtiyan.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî û serokê komîta hecê Nezîr Hekîm, diyar kir ko komîtê navê 200 kesî nivîsiye, ji hemû beş û pêkhatiyên miletê Sûrî, û piraniya wan ji xaka Sûriyê hatine, û bal kişand ser ko bijartina wan kesan dûrî pîvanên siyasî û alîgiriyê ye.
Destnîşan kir ko hecaciyên Sûrî dê vexwendina qeralê Siûdî ji bo çûna hecê bipejirînin, û wê ji 18 tebaxê de dest pê bike.
Hekîm diyar kir ko bexşîna qeralî dê hemû xizmetên hecê têde hein, tevlî rawestana li ser çiyayê Erefê, û dûmahiya rêveçûnê li Medîna Minewer be, bi serdana Elherem Elmedenî û mezargehên olî yên din li heman bajêrî.
Hekîm careke din spasiya qeralê Siûdî kir li ser pêşkêşkirinên qeralgehê ji kêşeya Sûrî re û got: ‘’ berê û nuha jî qeralgeh baştirîn pişt e ji miletê Sûrî re, bi hêvî me ji xwedayê dilovan xêra wan bipejirîne û alîkariya me bike da em qenciya wan li wan vegerînin.‘’
Dosya hecê ji sala 2013ê ve radestî Hevbendiya Niştimanî bûye, û komîta bala ya hecê çavdêriya rêkxistin û nivîsandina navên hecaciyan dike, ya ko nivîsgehên wê li Tirkiyê, Libnan, Urdin, Misir, Kiwêt, Qeter û Îmaratê hene, hem jî du nivîsgehên wê li xaka Sûriyê ya rizgarkirî hene.
Komîtê karîbû bibe cihê rêz û hurmetê li rex wezareta hecê ya siûdî û tavaya şandeyên hecê yên din, li ser karê rêkxistina wê di salên borî de, û evê hişt ko hejmara hecaciyan vê salê bêtir bibe û bigihêje 19hezar hecacî, û roja şemiya dahatî wê gihandina wan tekûz bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê