Hejmarek ji rikberiya Sûrî bangek belav kirin ji bo baykotkirina “Kongrê Diyaloga Niştîmanî” yê ku Rûsiya amadekariyan jêre li bajarê Sotçî di Çileyê Paşîn ê bê de dike.
Daxuyaniya ku zêdetir 3500 kesayetiyên dijber ji kesên serbixwe û yên di nava Hevbendiya Niştîmanî, Hikûmeta Sûrî ya Demkî, serbazên Artêşa Azad û rojnamevan û çalakvanan li ser îmze kirine, amaje bi wê yekê kir ku armanca Rûsiyê ji vî kongreyî ew e “Biserxistina çareseriya li gor nerîna Rûsî ye, û jiberhevxistina rêzên hêzên şoreş û dijberiyê, herwiha sepandina destûreke bê bingeh ku mana serokê rejîmê Beşar Esed misoger dike, ew jî bi alîkariya hilbijartinan ku dê li jêr bandora damûdezgehên ewlekariyê werin encamdan, û ew dikare her çavdêriyeke Sûrî ya navnetewî têk bibe”.
Kseayetiyên ku li ser daxuyaniyê îmeze kirine diyar dikin ku “kongir bi temamî berûvajî danûstandinên ku ev şeş sal li Cinêvê berdewam in, û dixwaze bi zor û pîlanan ji bo berjewendiya rejîma Esed bidawî werîne, herwiha nehêle gelê Sûriyê bigihje mafê xwe yê rûmet û serweriyê yê ji bo wî milyonek şehîd dane”.
Di daxuyaniyê de hatiye ku Kongreyê Sotçî “danûstandinên Cinêvê bê bandor dike, û ji naveroka wê vala dike, herwiha binavkirina dijberiyê di nava deryayeke kesên vexwendî ku berya niha alîgirê mana Esed bûn, û têkdana doza rasteqîne ya ku Neteweyên yekbûyî biryar li ser daye ew jî doza veguhestina siyasî ye”.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku “Çareseriya Rûsî vîna xwe ya mana desthilata Esed û rejîma wî venaşêre, herwiha jinavbirina lêvegera Cinêv ya ku li ser biryarên Encêmena Ewlekariyê û têgihiştinên navdewletî hatiye avakirin”.
Kesayetiyên ku îmze kirine tekez dikin ku “Armanca Sotçî rewakirina dagîrkirina Rûsî -Îranî ji Sûriyê re ye, û hebûna xwe ya leşkerî bikin mîna misogerkirinê ji cîbicîkirina biryarên Kongreyê Sotçî re”.
Herwiha daxwaz ji “tevahiya beşên raya giştî li Sûrî kir, çi dezgehên sendîka û siyasî û fesîleyên leşkerî bin, an kesayetiyên niştîmanperwer û rewşenbîr bin, vî kongreyî baykot bikin, herwiha bihêlin ku ev kongir bi ser nekeve, û kar bê kirin ji bo têkbirina hewla Mosko ya derbarê binpêkirina vîna gelê Sûriyê yê azad û talankirina mafê Sûriyan yê birêkxistina diyaloga xwe ya niştîmanî ya xwe bi xwe, û li jêr serpereştî û serkirdayetiya wan de, herwiha tinekirina serweriya wan û bêbandorkirina qurbaniyên wan yên mezin û jinavbirina pêşeroja wan û ya zarokên wan”.
Herwiha daxwaz ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, herwiha Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xêd,û endamên Encûmena Ewlekariyê û dewletên dost û dezgehên mafperwerî û yasayî kirin ku tevlî vê mijarê bibin , da ku Rûsiya û tevahiya dewletên peywendîdar pabend bin bi biryarên navdewletî, û tekez bikin ku kongreyê Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê çarçoveya tekane ya rewa ye ji bo encamdana danûstandinên çareseriya siyasî li Sûriyê”.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê