Biryara serokê Emerîka Donald Trump ya derbarê Colana Sûrî ya dagîrkirî pêleke redkirina Erebî û navdewletî çêkir, û daxuyanî û gotarên pirotestokirinê ji metirsiya biryarê li herêmê berdewam in.
Û berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Eentonyo Gotrîş tekez kir ko siyaseta Netewên Yekgirtî derbarê Colan nehatiye guhartin û helwesta Netewên Yekgirtî di biryarên encûmena ewlehiya navdewletî û komelgeha giştî de diyar dibin.
Pêngava ko Trump avêt wek binpêkirina ji biryara Encûmena ewlehiyê ya hejmar 497ê tê dîtin, ya ko rewşa yasayî ji Colana Sûrî re tekez dike ko ew xakekeke dagîrkirî ye, û biryara tevlêkirina Colan ji dagîrkeriya Israyîlê re ya sala 1981ê red kir, û dibîne ko ew nerewa ye û tu yasayî jê re nîn e.
Her weha Yekîtiya Ewropî biryara Trump di daxuyaniyekê de red kir û got: ‘’helwesta Yekîtiya Ewropî nehatiye guhartin, û em danpêdanê bi desthilatdariya Israyîlê li ser xaka ko ji 1967ê ve dagîr kiriye nakin, ji nav jî xaka Colan. ‘’
Emîndarê giştî yê komkara dewletên erebî Eehmed Ebû Elxêt got: ‘’eger dagîrkerî tawankariyeke mezin be, rewakirina wê gunehekî nekêmî wê metirsîdar e, hêz mafan çênake, û dewletek bi tena xwe eger çi qas cihê wê bilind be jî nikare yasaya navdewletî çêbike. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir hewildanên serokê Emerîkî Donald Trump ji bo dagîrkirina Israyîlê ji xaka Colanê re rewa bike ‘’binpêkirineke ji yasaya navdewletî re û yasaya daristanê tekez dike ‘’, hişyarî da civaka navdewletî ji ‘’ encamên bêdengiyê li himber çi amajepêkirinên ku yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê armanc dikin‘’
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de ko ji desteya siyasî derçûye got: ‘’tenê ramana aliyekî di rewakirina dagirkirinê li ser xakê bi hêza leşkerî binpêkirin e ji yasaya navdewletî re, û tekezkirina yasaya daristanê ye, û karekî dijberî biryarên encûmena ewlehiyê ye ‘’.
Û rojnameya “Financial Times“ a Birîtanî di pêşgotara xwe de dît ku biryara Trump yekemîn biryara metirsîdar a bi vî rengî ye, û got ku ew careke din sergermî û sivkatiya wî bi rewiştên navdewletî diyar dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî