Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko dosya tawankariyên rêjîmê û hevalbendên wê bête şandin bibal dadgeha tawankariyên navdewletî, piştî ko dîsa rêjîmê gaza kilora jehrînî di bombebarana sivîlan li Şamê û gundewarê Hemayê bikar aniye.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya roja pêncşembê 30 adarê de got giring e livandina pêrabûnên dadwerî bibe yên li gor mîkanîzmên Netewên Yekbûyî roja 21.12.2016ê hatine danîn, tako vekolînê bikin û peyketina berpirsiyarên tawankariyan yên ko li Sûriyê kirine bibe.
Bijîşkên gundewarê Hemayê gotin ku Firokên cengê yên Rêjîma Beşar bi mûşekên bi gazên jehrînî barkirî îro pêncşembê bajarê Elletamina û herêma Elziwar li gundewarê Hemayê amanc kirin, û di encamê de bi dehan kes bînçikandî bûn. Bijîşkan diyar kirin ko tiştê li birîndaran diyar bûne: kef bi devê wan ketiye, û pîpoka çav hûr bûye, û bihnçikîn û çavşewitîn û sistbûna damaran, û bijîşk dibêjin ku ev ji encama bikaranîna heybera “Fosfor” e.
Çalakvanan ji Şama paytext anîn ziman ko hêzên rêjîmê doh çarşembê taxa Elqabûn ya Şamê bi çend mûşekên bi gaza kilora jehrîn barkirî amanc kirin û bi dehan rewşên bihnçikandinê çêbûne.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko bikaranîna gazên jehrîn û yên qedexekirî, binpêkirina peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118, 2209, 2235 û 2254 ne û got ku berdewamiya van tawankarî û binpêkirinan, di heman dema ko çi bersivên guncaw dijî van kirdeyan ji hemû aliyan ve nîn in, dihêle ko Hevbendiya Niştimanî berpirsiyariyê bide ser aliyên sereke yên di Encûmena Ewlekariyê de, û endamên civaka navdewletî, berpirsiyariyek ko digihê asta beşdariyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê