Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko rêjîm û hevalbendên xwe rêkeftinên kêmkirina şerî ya ko li Astane çêbû binpê kirine, û tawankariyên cengê derheqê sivîlan pêkanîne, û got ku divê girtî bêne berdan û alîkarî derbas bibin û kesên koçber bûne li cihên xwe vegerin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan got ku rêjîmê hewil da peymana Astane têk bide, dema sivîl amanc kirin û bi şêweyekî rêbazkirî nexweşxane û navendên tendiristî û navendên berevaniya sivîl û hemû cihên xizmetgozerî wêran kirin, û bêtir got ko hemû ‘’ tawankariyên cengê û qirkirinê û tawankariyên lidijî mirovîniyê û rêkxistinên mafnasiyê û yên navdewletî yên serbixwe belgeh kirine.‘’
Her weha tekez kir ko parastina bi milyonan xelkên Idlib û gundewarê Helebê û herêma başûr, armanceke sereke ya şanda şoreşê ya gera nehan li Astane bû, û ew bi ser ket ku nehêle Îran têwerdana wan herêman bike an bombebaran bike .
Elferhan bal kişand ser ko şanda hêzên şoreşê ya leşkerî bîrnameyek bo Rûsya û Netewên yekgirtî pêşkêş kir, têde diyar kir ko lihevkirinên ku gundewarê Humsê yê bakur û Xûta rojhelat , ên ku wek herêmên kêmkirina şerî tên naskirin li gora madeya yekem ji bîrnameya lihevkirinê ya di navbera aliyên dabînker de li Astane di 4.5.2017 de çêbû, binpêkirineke aşkere ye ji peymanê re û rastiya wê li pêşberî miletê Sûrî û civaka navdewletî têk dide, û gef e li ser têkçûna wê biyekcarî.
Bêtir got ko ev peymanên nefermî yên dibin, hişt ko operasiyonên koçkirina kotekî derheqê xelkê de çêbibin, û dibîne ko mijar neyînî bû li ser serketina danûstandinan û çareseriya siyasî li Sûriyê, û ew tawankariyeke cengê ye li gora madeya 6 û 7 û 8 ji sistema Roma ya bingehîn, li gora madeya 49ê ji peymana Cinêv4, û li gora madeya duyem ji peymana Netewên yekgirtî ya nehêlana çêbûna tawankariyên qirkirina komelî.
Her weha diyar kir ku bîrnameyê tekezî li ser veguhastina siyasî kiriye, li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena ewlehiyê 2118 û 2254 yên ko çareseriya bitenê ye ya ko vegera bi milyonan koçber dabîn dike û nahêle tiroristî vegere û aştî û aramiyê dabîn diken, û hewildanên aliyên lihevkirina çareseriyeke siyasî rastiya xwe naparêzin, eger girtî neyêne berdan û alîkarî derbas nebin û koçber venegerin û binpêkirin ranewestin.
Elferhan got ko şanda hêzên şoreşê ya leşkerî di bîrnameyê de hişyarî da ji binpêkirinan li herêmên kêmkirina şerî, ji ber imzekirina lihevkirinên xwecihî dihêle peymana asîtanayê tune bibe li ser xakê, û nahêle dosya girtiyan çareser bibe, û rastiya hemû aliyên dabînker li pêşberî civaka navdewletî û miletê Sûrî nahêle.
Bîrnameyê xwest girtî bêne berdan û rêjîmê bi rawestandina girtinê pabend bike, û nehêle kesan tune bike, û êşkenceyê li girtîgehan nehêle, û bihêle çavdêriya serbixwe derbasî zindanan bibe da danûstandina mirovînî bi girtiyan re dabîn bike.
Her weha daxwaz kir ko rêjîmê û hêzên piştgiriya wê dikin bi cîbicîkirina tekûz bi peymana kêmkirina şerî pabend bike, û hemû êrîşên asmanî û bejî li dijî herêmên kêmkirina şerî rawestin, û peymana gundewarê Hums yê bakur ya bi kotekî imze kirine têk biçe, û li ser bingeha Astane ava bikin, û vegereke aram bo koçberan dabîn bikin.
Her weha tekez kir ko giring e alavên çavdêriyê pêk bên, tako cîbicîkirina agirbestê dabîn bike û çi binpêkirinên din neyêne kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî